Xwendekar ji bo Rojîn Kabaîş di çalakiyê de ne 2025-10-17 14:55:02     ÎZMÎR – Xwendekarên Zanîngeha Egeyê, bi meşekê ku ji bo Rojin Kabaiş edalet xwestin, bal kişandin ser hewldanên ATK'ê yên ji bo veşartina delîlan û hewldana girtina dosyayê.   Xwendekarên Zanîngeha Egeyê li ber Xwaringeha Hejmar 1 li Kampusa Ege kom bûn û ber bi Qada Şolenê ve meşiyan da ku ji bo Rojin Kabaiş edaletê bixwazin. Di meşê de, ku pankarta "Mirina Rojin di tariyê de namîne" hatibû vekirin, dovîzên "Çi bi serê Rojinê hat?" û "Rojin Kabaîş serhildana me ye" hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de dirûşmên wekî "Edalet ji bo Rojin, edalet ji bo herkesî," û "Rojin Kabaîş serhildana me ye" hatin berzkirin.   'Îhmal heye'   Daxuyanî ji hêla xwendekar Feyza Şenel û Samiye Yakıcı ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di otopsiya Rojin Kabaiş de DNA'ya du mêran hatiye tespîtkirin, Saziya Tiba Edlî (ATK) îhmalkar e û mirina Rojînê wê ne xwekuştin e.   'Delîl hatin veşartin'   Di daxuyaniya ku hat diyarkirin delîl hatine veşartin û hewl tê dayîn ku doz were girtin de ev tişt hat gotin: "Ew kesên ku delîl veşartine û doz girtine, bi qasî kesên ku dawî li jiyana Rojînê anîne, hevkarên vî sûcî ne. Girtina dozê wekî 'xwekuştin', tevî hebûna du nimûneyên DNA'ya mêran ên cûda li ser laşê Rojînê ne edalet e; ew veşartina sûc e! Tenê çend roj berê, pêşniyara lêpirsîna mirina Rojîn Kabaiş li Parlamentoyê bi dengên AKP û MHP'ê hate redkirin. Heta ku mirina Rojînê neyê çareserkirin û berpirsiyar neyên darizandin, tu kes ji me bêdeng namîne. Em ê navê Rojînê li her qadekê, li her kampusekê û li her kolanekê biqîrin."