22 rêxistinan ji bo Zeyneb Celaliyan daxuyanî da 2025-09-17 10:49:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin û çalakvanên mafê mirovan derbarê rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan de hişyarî dan û bang kirin ku bê şert û merc Zeyneb Celaliyan were tedawî kirin.   22 rêxistin û 12 çalakvanên mafê mirovan yên navxweyî ya Îranê û cîhanê derbarê rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan de, daxuyaniyek hevbeş belav kirin.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî nexweşiya metirsîdar jî Zeyneb Celaliyan nayê tedawîkirin û wiha hate gotin: “Rayedarên Îranê rê nadin Zeyneb Celaliyan were tedawî kirin. Rayedar bi van nêzîkatiyên xwe dixwazin poşmaniyê li girtiya Kurd ferz bikin, lê Zeyneb Celaliyan dijî vê helwestê xwe ragire. Nexweşiya gurçik, lerizîn, dîtina xirab û enfeksiyona diranan bi Zeyneb Celaliyan re heye. Ji ber van nexweşiyan jî pêwîstî bi tedawiyek lezgîn heye.”   Navê hinek ji rêxistin û çalakvanên mafê mirovan ên ku daxuyaniyê îmzekirine wiha ne:   Wexfa Abdulrehman Buromand, Rêxistina Mafên Mirovan a Ahvazê, Kampanyaya Çalakvanên Belûç, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Îranê, Rêxistina Navneteweyî ya li dijî Êşkenceyê. Herwiha çalakvanên mafên mirovan Mehmûd Emîrî Muqedem, Nazanin Bunyadî, Laden Bromandy, Roya Bromandy, Şîrîn Abbadi, Karen Karlaker, Richard Ratcliffe û Nazanin Zaghari Ratcliffe.    Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.