‘Zimanê aştiyê zimanê dayikê ye’ 2025-09-17 09:03:35   ÎZMÎR - Jinên ku der barê perwerdehiya bi zimanê dayikê û statuya ji bo Kurdî axivîn, diyar kirin ku dewlet mafê herî esas yê gelan tune dihesibîne û pêvajoyê dixitimîne. Jinan da zanîn ku aştî bi ziman dikare pêk bê.   Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalankir şûnde, tê payîn ku dewlet di avakirina aştî û civaka demokratîk de gelek gavan bavêje. Di vir de pirsgirêka herî girîng ev e ku hîna zimanê dayikê tê qedexkirin û wek ‘zimanê nayê zanîn’ tê pênasekirin. Li dijî vê gelê Kurd daxwaza statuya ji bo ziman û bila Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê di rojeva xwe de dihêle û daxwaz dike ku dewlet di vê mijarê de gavê bavêje.   Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê der barê Kurdî de gav bên avêtin.   ‘Divê dayikên aştiyê bikaribin bi zimanê xwe biaxivin’   Zeynep Çetres da zanîn ku piştî koçî Tirkiyeyê kiriye  zarokên wê kurdî ji bîr kirine û wiha got: “Divê ziman neyê jibîrkirin. Em dixwazin zimanê xwe biaxivin. Zimanê me rumeta me ye. Divê dayikên aştiyê her tim zimanê xwe biaxivin. Li meclîsê destur nedan axaftina dayikên aştiyê. Em dixwazin zarokên me li dibistanê bi Kurdî perwerdê bibin. Ger aştî pêk bê divê ev bi ziman pêk bê."   ‘Em di saziyên dewletê de zehmetiyan dikşînin’   Sabriye Gîtsîn jî destnîşan kir ku divê mirov bi zimanê xwe biaxivin û wiha bi lêv kir: “Divê zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibin. Zimane me kurdî ye. Welatê me jî Kurdistan e. Em Tirkî qebûl nakin. Em li saziyên dewletê zehmetiyan dikşînin. Divê ji bo Kurdî gavan bavêjin. Aştî divê bi ziman dest pê bike.”   ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî’   Hanîfe Budak jî da zanîn ku zimanê dayikê gelek girînge û got divê malbat bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin û wiha dirêjî dayê: “Madem dibêjin aştî divê gavê  bavêjin. Em dixwazin her kes bi hev re bijî. Em wekheviyê dixwazin. Bila zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila zimanê me bibe zimanê fermî.”   ‘Zimanê me mafê me ye’   Rêvebera Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Avesta Yasemîn Elban jî destnîşan kir ku divê ji bo kurdî statu bê dayîn û got: “Her çiqas gav neyê avêtin jî niha pêvajoyek aştiyê heye. Lê em bawer dikin ku wê her tiş xweş be. Divê ewil Kurdî bigihêje statuya xwe. Divê bi kurdî perwerde bê dayîn. Divê kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdê. Em hêvî dikin û divê êdî wisa bibe. Em ji kesî tiştekî naxwazin. Zimanê me mafê me ye.”