Betul Kurt li Êlihê hat dîtin 2025-09-15 22:36:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Betul Kurt, ku du roj berê li Amed winda bû, li Êlîhê hat dîtin.   Betl Kurt a 16 salî ku du roj berê ji bo çûyîna bazarê ji mala xwe ya li navçeya Rezan a Amed derketibû, ji wê demê ve tu agahî jê nehatibû girtin.   Şahidên bûyerê ragihandin ku Betul Kurt li Termînala Otobusan a Êlîhê ji otobusê daketiye û li Navenda Kirînê ya Batmanparkê hatiye dîtin. Piştî vê yekê, malbata Betul Kurt çûne Êlîhê û tevlî lêgerînê bûne, di heman demê de polîsan li herêmê lêgerînek berfireh dest pê kiriye.   Di encama lêpirsînan de, hat hînbûn ku Betul Kurt li Şaxa Ciwanan a Daîreya Polîsan a Êlîhê ye.