Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket 2025-09-08 10:19:05     AMED - Hejmara Xwebûnê ya 299'emîn bi manşeta "Li dijî rant û qirkirinê parastina jiyanê" derket.   Hejmara Xwebûnê ya 299'emîn bi manşeta "Li dijî rant û qirkirinê parastina jiyanê" derket.   Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya vê hefteyê de nûçeya bi aktivîsta TJA'yê Çîmen Fîndan a der barê meşa 9-10'ê mehê ya li herêma Bestayê pêk bê derxist manşete. Rojnameyê nivîsa Zinar Ronî a li ser Rojava jî derxist surmanşetê.   Di rûpela Jinê de Sorgul Şêxo bal dikşîne ser jinên ku xwe dikujin û kujerên wan ên di nav malbatê de. Di rûpela Nûçeyê de hem der barê derbeya 12'ê Îlonê de hem jî der barê binpêkirina mafê tedawiyê yê bi zimanê zikmakî û bandorên wî yên heyî nûçe hatine amadekirin. Di rûpela Hevpeyvînê de têkildarê polîtîkayên qeyûman ên li ser xwezayê û birîna darên Êlihê hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk axivî.   Adar Jiyan di rûpela Wêje û Ziman de li ser zimanê bedenê sekiniye. Di rûpela 6-7'an de nivîskarên wek Felemez Ûlûg, Hesen Hiseyin Denîz, Hisen Çatikkaş, Zinar Ronî û Ramazan Olçen di di nivîsên xwe de bal dikşînin ser pêvajoya heyî, êrîşên li ser Rojava û nakokiyên di nav vê pêvajoyê de pêk tên.   Di rûpela Serbestê de jî Hogir Berbir, Daxistan Payçû û Aramê Elegezê bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih digirin.   Di rûpela Kirmanckî de Mamoste Silêman bal dikşîner ser êrîşên ku li ser Rojava pêk tên. Di rûpela qerf û henekê de nivîsa Kewê Redkan û karîkatora Jawad Morad heye.   Di rûpela Çand û Hunerê de nivîsa Mehmet Akdogan û di rûpela Civak û Dîrokê de jî nivîsa Rohat Bûlût cih digire.