Malbatê bertek nîşanê êrîşa nîjadperest da: Bila bên darizandin 2025-09-06 09:04:42   Gulistan Gulmuş - Azîze Akoglu    AMED - Malbata karkerê  ku li Nîgdeyê di encama êrişa nîjadperest de bi giranî birîndar bû û dermankirina wî didome, diyar kir ku divê êrîşkar bên daqrizandin û gotin: “Ji ber Kurd bûn êrîş kirin. Em ê doz ê vebikin û dixwazin bên darizandin.”   24 Karkerê demsalî yê Kurd yê ku ji Sêwêrega Rihayê ji bo komkirina firingiyan çû bajaroka Çukurkuyu ya navçeya Bor a Nîgdeyê, di 29’ê Tebaxê de rastî êrîşa xwediyên erd û xizmên wan hatin. Di êrîşê de karker  Orhan Yedîkurt bi çekê bi giranî birîndar bû. 4 rojan li Nîgdeyê di beşa giran de ma û piştre anîn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dermankirina karker didome û malbata wî li ber nexweşxaneyê  bendewariya xwe didomîne.   Malbatê der barê êrîşê de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Bila êrîşkar bên cezakirin’   Meta Orhan Yedîkurt, Zînet Taş wiha got: “Bi çekê êrîş kirine, heqeret kirine. Ji ber gundê wan bûne wisaw kirine. 4 rojan li wir di beşa giran de maye. Sê roj şûnde anîn vir û du saetan di emelyatê de ma. Em ditirsin ku seqet bimîne. Bila gumanbar bên cezakirin. Em ji wan re hemaliyê dikin karê wan dikin ew jî êrîş dikin. Em her tim di vê rewşê d ene. Em li her derê bi van êrîşan re tên rû hev.”   ‘Em gilî dikin’   Evîn Dagaçay jî daxuyakirin ku wê der barê wan de gilî bikin û wiha domand: “Kurê birayê min niha birîndare û tê emalyatkirin. Neheqiyek mezin kirine. Em gîlî dikin. 2-3’an de di emelyatê de maye lê encamek nehatiye girtin. Em nizanin wê çi bibe. Em li vir dipên.”   Medîna Dagagaç jî diyar kir ku divê êrîşkar bên darizandin û got : “Yên bûn sedem divê bên cezakirin. Ji Kurdan nefret dikin. Hêvîdarim ew ji wan re nemîne.”   Sevdets Yedîkurt jî diyar kir ku roja êrîş pêk hatiye li malê bûye û got: “L imin geriyan û gotin birîndar bûye. Ji du lingên xwe birîndar bibû. Emelyat kirin. Du rojan li wir ma û piştre anîn vir. Li zarokên me xistin. Heqeret kirin. Ji ber em Kurd bûn êrîş kirin. Em ê dozê ve bikin. Bila cezayên xwe bikşînin.”