Ajokara otobusê Tugba Varan: Ez ji bo hemû jinan li vir im 2025-09-01 09:03:28   AMED - Tugba Varan, ajokara otobusê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, got, "Ez dixwazim hevkarên xwe yên jin ne tenê di vê sektorê de, lê di heman demê de li deverên din jî bibînim. Ez ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemî jinan li vir im."   Tugba Varan, ajokara otobusê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,  têgihîştina "karê mêran" şikandiye û girîngiya karê jinan û derxistina potansiyela wan tekez kiriye. Tugba Varan yek ji jinên ku vê têkoşînê dimeşîne ye wiha dibêje:"Ez ji bo hemû jinan li vir im."   'Ez dixwazim jin li her derê amade bin'   Tugba Varan a dayikeke zewicî ya sê zarokan a ji Mêrdînê ye, diyar kir ku wê ji zarokatiyê ve ji ajotinê hez kiriye. Tugba Varan got:"Min qet xeyal nedikir ku ez ê wesayîtek ewqas mezin biajom, lê min xwes, û ez bi ser ketim. Dema ku jin tiştekî dixwazin, kes nikare li pêşiya wan bisekine. Ez dixwazim jin li her derê amade bin. Jin dikarin heman karê mêran bikin. Mêr û jin wekhev in."   'Ez qet gotina 'jin nikarin bikin' qebûl nakim'   Tugba Varan diyar kir zayenda jinan ji bo ajokariyê her tim wekî pirsgirêkekê hatiye nîşandan û wiha got:"Ez qet yên ku dibêjin, 'Jin nikarin bikin, divê ew li malê bimînin û zarokên xwe mezin bikin', qebûl nakim. Wekî jin, em ji roja ku ji dayik dibin heta dawiya jiyana xwe bi dijwarîyan re têdikoşin. Bêyî ku ol, ziman, nijad an mezheb çi be, jin li her derê jin in. Wekî jinekê, ez dixwazim hevalên xwe yên jin li cihên herî xweşik bibînim. Ger jin bibin yek û xwe birêxistin bikin, ew ê tu carî teslîmî tundûtûjî û hêza nehevseng a mêran nebin. Jin xwedî hêz in ku her tiştî bi ser bixin."   'Ez dixwazim hejmara me zêde bibe'   Tugba Varan ji jinan re bi bîr xist ku divê ji derfetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sûd bê wergirtin û di dawiyê de wê ev bang kir: "Berî her tiştî, me li vir dostaniyên baş çêkirine. Ez pir kêfxweş im ku jinên mîna min dibînim û ez dixwazim hejmara me zêde bibe. Em dikarin li deverên çêtir û xweşiktir bin. Ez dixwazim hevalên xwe yên jin ne tenê di vê sektorê de, lê di warên din de jî bibînim. Ez ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemî jinan li vir im û ez li benda we me."