‘Wekî OHD tişta bikeve ser milên me em ê bikin’ 2025-08-31 09:03:29   Rabîa Onver   COLEMÊRG - Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê  Cevahîr Agarli,, diyar kir ku pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi her kesî re hêvî çêkiriye û ji dewletê xwest ku di zûtirîn dem de gavên berbiçav bavêje.   Bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibatê de hatiye kîrîn re, Tirkiye ket serdemeke nû. Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK'ê  di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir û di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'emîn li dar xist û xwe fesih kir. PKK di 11'ê Tîrmehê de bi awayekî sembolîk merasîma şewitandina çekan jî li dar xist û beşek ji çekên xwe şewitand. Di demeke ku PKK û Abdullah Ocalan li gorî pêvajoya dîrokî ya ku ji hêla PKK'ê ve hatiye destpêkirin gavan diavêjin, hikûmetê hîn jî tu gavên berbiçav neavêtiye.   Hevserok  Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Cevahîr Agarli li ser pêvajoya hatiye destpêkirin nirxandin kir.   'Divê dewlet berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne'   Cevahir Ağrali girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Civaka Demokratîk û Aştiyê" bi bîr xist û diyar kir ku PKK'ê gelek gav avêtine da ku bersiva banga Ocalan bidin, di nav de avakirina komîsyonek parlementoyê jî heye. Cevahîr Agar li got, "Em dibînin ku Birêz Ocalan û PKK hemû berpirsiyariyên xwe bi cîh tînin. Ji vê gavê û pê ve, tenê tişta ku maye ev e ku Dewletê berpirsiyariyên xwe bi cî bîne. Em ji  Dewletê hêvî dikin ku di zûtirîn demê de berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne."   'Tecrîd berdewam dike'   Cevahir Ağrali tekez kir ku Tirkiye û Kurdistan hewcedarê vê pêvajoyê ne û divê ew bê navber berdewam bike û got"Birêz Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ye, û ev tecrîd dem bi dem bênavber berdewam dike. Birêz Ocalan di bin şert û mercên tecrîda dijwar de vê têkoşînê didomîne. Me gelek caran gotiye ku divê tecrîd were rakirin û divê Birêz Ocalan bikaribe mafê xwe yê hêviyê bi kar bîne. Me hemû rêyên qanûnî şopandine da ku hemû gavên qanûnî bavêjin. Pêvajoyek heye, lê gava em lê dinêrin, ev tecrîd berdewam dike. Birêz Ocalan tenê dikare di demên diyarkirî de, bi destûr, malbata wî serdana wî bike."   'Mafê hêviyê li Tirkiyeyê nayê dayîn'   Cevahir Ağralı diyar kir ku bangewaziyê di nav gelê Kurd de heyecanek mezin çêkiriye û got ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de were misogerkirin. Cevahîr Agarî wiha dirêjî dayeê "DMME li ser mafê hêviyê yê Birêz Ocalan biryar daye. Mixabin, ev maf ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê bicîhanîn. Ev pêvajo pir girîng e û Birêz Ocalan yek ji aktorên sereke ye. Gelek kom hene ku Birêz Ocalan dixwaze bi wan re hevdîtinê bike û divê azadiya wî ya fîzîkî were misogerkirin da ku ew bikaribe bi van koman re hevdîtinê bike û beşdarî pêvajoyê bibe. Ji bo Birêz Ocalan ne qanûnî ye û ne jî exlaqî ye ku pêvajoyê di dema dîlgirtinê de birêve bibe."   'Her wiha ji dewletê jî hêvî hene'   Cevahir Ağrali diyar kir ku her kom ji pêvajoyê hêvî dike û got ku divê pêvajo bi awayekî berbiçav û zelal were meşandin. Cevahir Ağrali got, "Pêvajoyek wisa bêyî ku li ser baweriyê be nikare bidome. Divê her du alî bi bawerî bi hevdu re ber bi pêş ve biçin. Her wiha ji dewletê jî hêvî hene,  Berî her tiştî divê gavên qanûnî werin avêtin. Divê qanûn were sererastkirin.  Divê qanûna dijî terorê were sererastkirin an jî were betalkirin. Ez dixwazim tekez bikim ku em, wekî OHD''ê, amade ne ku hemû gavên pêwîst bavêjin."