Jin ji bo festîvalê amadekariyan dikin 2025-08-25 12:59:41     AMED - Jinên ku li taxên Peyas û 500 Evler ên Peyasê dijîn, bi pêşengiya Gerînendeyên Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê, ji bo Festîvala Keda Jinan dest bi amadekariyan kirin. Ev xebat, bi hevkariya Gerînendeyên Park û Baxçeyan re têne kirin, armanc dike ku keda jinan derkeve pêş, hilberîna jinan bê piştgirîkirin û hêza wan di warê aborî û civakî de bê xurtkirin.   Li Peyasê, di Baxçeyê Rîwekên Aromatik ê li Qada Sera û Şitildanînê ya Parka 75’an de ku 50,000 m² qadeke wê heye, jin şitlên gul, taflan, zeqnebûr, lewante, bîberiye, giyagewrik û cehter wekî gihayên bîhnxweş berhev dikin û hişk dikin. Bi vê hewldanê, armanc ew e ku keda jinan bê xuyakirin, hilberîn bê piştgirîkirin û hêza jinan di qada aborî û civakî de bê xurtkirin. Her wiha, ev berhem ji bo firotanê di festîvalê de têne amadekirin.   Rayedarên Gerînendeyên Polîtîkayên Jinan ên Şaredariya Peyasê derbarê mijarê de wiha gotin: “Bi hevkariya Gerînendeyên Park û Baxçeyan, li Qada Sera û Şitildanînê ya Şaredariyê, şitlên gul, taflan, zeqnebûr, lewante, bîberiye, giyagewrik û cehter wekî gihayên bîhnxweş têne çandin û hilberandin. Jin van berheman berhev dikin û hişk dikin da ku di Festîvala Keda Jinan de bifiroşin. Hilberîna van berheman li Qada Sera û Şitildanînê bê navber didome û em bi vî awayî xebatên bi keda jinan re bi domdarî dimeşînin.”   Rayedaran destnîşan kirin ku hilberîna van berheman bê navber berdewam dike û jin bi vî awayî berhemên xwe dê bi girseyên fireh re parve dikin. Festîvala Keda Jinan wekî platformeke girîng tê dîtin ku jinên Peyasê berhemên lê xwe nîşan bidin. Her wiha, hate gotin ku ev xebat wê di hemû qadan de bi awayekî berfirehtir bidomin.