Dayikên Şemiyê: Aştî bi axaftina heqîqtê pêk tê 2025-08-23 14:08:54     STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya çalakiya xwe ya 1065'an de li Qada Galatasarayê ya di bin dorpêçê de li eqûbeta Mehmet Ertak, ku hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de hat gotin, "Aştî ne bi bêdengiyê, bi axaftina heqîqetê pêk tê."   Dayikên/Mirovên Şemiyê, ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin da ku li eqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya 1065'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê, ku li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin kom bûn, ji bo Mehmet Ertak, ku 33 sal in eqûbeta wî nayê zanîn, edalet xwestin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Maside Ocak, ku yek ji xizma windayan e ve hat xwendin.   Ji ber qedexeya neqanûnî ya beşdarbûna tenê 10 kesan di çalakiya li qada ku bi hefteyan e di bin dorpêçê de ye, yek ji xizmên windahiyan Îkbal Eren neçar ma ku ji derve temaşeyî çalakiyê bike bêyî ku tevlî girseyê bibe.   Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.