‘Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin’ 2025-08-14 09:02:11   Rabîa Onver   COLEMÊRG - Ji rêveberiya DEM Partiyê ya Geverê Gulîzar Îlîş der barê civînên gel yên çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ ya DEM Partiyê daye destpêkirin de axivî û got: “Heta azadiya serokatiye me pêk neyê wateya gavên tên avêtin jî tune ye. Bala me hemûyan li gavên dewletê ne.”   Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir şûnde, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên cuda hatin avêtin. Piştî bangê  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) herî kêm li 140 navendî ‘hevdîtinên aştî û civaka demokratîk yên gel’ pêk anîn. Bi hezaran kes tevli hevdîtinan bûn û pêvajo nirxandin. Yek ji cihên ku hevdîtin lê hatin kirin Gever a Colemêrgê bû. Li tax,gund û zozanên Geverê nêzî 30 civînî hat kirin.   Rêvebera DEM Partî ya Geverê Gulîzar Îlîş, der barê civînên gel de nirxandin kir.   ‘Tu serkeftin bê bedel nabe’   Gulîzar Îlîş da zanîn ku pêvajoya bi pêşengiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li her çar alî Kurdistan û cîhanê belav bûye û got: “Di 27’ê Sibatê de bang hat kirin û gelek gavên yek alî hatin avêtin. Di vê pêvajoyê de em bi serokatî û partiya xwe  bawer in û ji ber vê hêviya me heye. Di 2013-2014’an de jî gav hatin avêtin lê bandorek cuda afirîn. Gavên bi ewle û erênî nehatin avêtin. PKK’ê piştî banga Abdullah Ocalan çek berda. Vê bandorek hestiyar li ser gel kir.Têkoşîneke 50 sale didome heye. Tu serkeftin bê bedel nabe. Em vê li her derê dibêjin.”   ‘Em pêvajoyê diaxivin û nîqaş dikin’   Gulîzar Îlîş destnîşan kir ku PKK’ê piştî bangê gelek gav avêtine û tevî meh derbas bûne dewletê hîna gavek navêtiye. Gulîzar Îlîş wiha domand: “Nêrîna gel bi giştî eve ku dewlet polîtîka mijûlkirinê dimeşîne. Piştî banga Birêz Ocalan me hevdîtinên gel pêk anîn. Pespektîfek hat pêşkêşkirin û gelek sernav hebûn. Em wê perspektîfê li gund, taxan bi gel re nîqaş dikin.”   ‘Her hevdîtin hêzê dide me’   Gulîzar Îlîş wiha dawî lê anî: “Hevdîtin bi tevlibûnek xurt a jin û ciwanan pêk tê.  Hevdîtin xurt derbas dibin. Bendewariyên gel hene. Pêşengiya pêvajoyê wê jin û ciwan bikin. Hêvî û moralê wan mezine. Me ev di hevdîtinan de dîtin. Gel dibêje ‘serokatiya me ev pêvajo girtiye ser milê xwe em jî ligel wî ne’.Her hevdîtinek hêzê dide me. Geverê bedelên mezin dane. Tevî van bedelan aştiyê dixwazin. Piştgiriyê didin pêvajoyê. Lê çavê me hemûyan li gavên şênber yên dewletê ne.”