Done Gevher: Aştî parçeyek keda me ye 2025-08-03 09:09:55   Melek Avci   ENQERE - Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevger balkişand ser têkoşîna aştiyê ya jinan û diyar kir ku aştî parçeyek keda wan e.   Însiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê çend roj beriya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê kir de hat avkairin. Însiyatîf li her qadê ji bo bersivê bide banga aştî û civaka demokratîk xebatên xwe didomîne. Jinan bi van xebatan kolan û tax nehiştin û li her qadê aştiyê dihûnin.   Sekretera Jinan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Gelemperiyê (KESK)  ku di însiyatîfê de cih digire, Done Gevher çima hewcedariya jin û kedkaran bi aştiyê heye vegot.   ‘Li gelek bajaran îsyatîf hat avakirin’   Done Gevher diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya di 1’ê cotmehê de destpêkiriye jinan xebatên xwe dane destpêkirin û çend roj beriya 27’ê Sibatê Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye hatiye avakirin. Done Gevher wiha got: “Piştî nîqaşên hatin meşandin me biryar da ku em encamekê derbixin bikevin tevgerê û gavek pratîk bavêjin. Li ser însiyatîfê hevdîtin pêk hatin. Li herêman înyatîf hatin avakirin.”   Tespîta pêvajoyek li demê belav bûye hat kirin   Done Gevher di berdewamiyê de anî ziman ku divê jin wek lingekî xurt yên pevajoya aştiyê hêza xwe bikin yek û wiha bi lêv kir: “Em wek Însiyatîf bi sê daxwazan derketin rê; rakirina pêkanîna qeyûman, berdana girtiyên siyasî û tevlibûna jinan a siyasetê. Ev daxwaz hewcedariyên giştî yên civakê bûn.Me ew daxwaz bi rayagiştî re parve kir. Me daxuyanî û hevdîtin pêkanîn. Rojeva me aştî bû. Aştî çiye, di pêvajoyên aştiyê de jinan çiqas cih girtine. Der barê vê de me bi hevalên jin yên akademîsyen re hevdîtin kirin. . Tespîta ku pêvajo li demê hatiye belakirin heye. Tevî her tiştî jin pêvajoyê nîqaş dikin.Me ji bo meclîs peywira xwe bike di 8’ê Tîrmehê de çalakî pêk anî.  Me israra xwe ya di aştiyê de anî ziman.  Fikarên me hene lê tevî her tiştî em xebatên xwe dimeşînin, em hev fêr dikin û çalakiyê rêxistin dikin.”   Jin di çi de hevkariyê dikin?   Done Gevher destnîşan kir ku tevî hemû cudahiyan ji hevkariyê dikin û ev nirxandin kir: “Yek ji sedemên ku jinan tîne gel hev serdestiya mêr û her cureyê serdestiyê ye. Li dijî vê serdestiyê berxwedana jinan derket holê.  Di avakirina aştiyê de rola kedkar û KESK’ê jî girînge. KESK ji roja ava bûye armancek wê heye. KESK ne tenê ji bo mafên aborî ji bo daxwazên demokratîk jî têdikoşe. Em her tim vê dibêjin divê KESK têkoşîna aştiyê rêxistin bike. Em dibêjin ku butçeya ji şer re tunebe wê daxwazên kedkaran jî bên bihistin. Wek kedkarên jin em dibêjin ku hewcedariya me bi aştiyê heye. Aştî parçeyeke keda me ye.”