Li Xarpêtê panela ‘banga civaka demokratîk û jîneolojî’ pêk hat 2025-08-01 20:56:38   XARPÊT- Di panela ku di Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê de pêk hat de balkişandin ser bidawîkirina qetiklirinên jinan û bidawî bûna şer.   Li navçeya Dep a Xarpêtê, bi pêşengiya Komeleya Çand û alîkairya Civakî ya Kigi-Dep-Adakli-Yayladere-Yedîsu (KAYY-DER), Federasyona Komeleyên Depê (KAR-DER) û Komeley aDepê ya Ewropayê 2’emîn Mîhrîcana Çadn û Xwezayê ya Depê pêk hat. Di çarçoveya mîhrîcanê de panela ‘Banga civaka demokratîk û jîneolojiyê’ pêk hat. Panel li Salona Konferansê ya Şaredariya Depê pêk hat û  moderatoriya wê Mujgan Halîs kir û nivîskar Nesrîn Akgul û parêzer Gulan Çagin Kalelî jî wek axaftinker tevli bûn.   Mujgan Halîs axaftina vekirinê kir û da zanîn ku jin tenê aştiyê daxwaz nakin heman demê de rêgezên civakî,ekolojîk, edalet û aboriyê dihûnin û mayînde dikin.   Nivîskar Nesrîn Akgul jî balkişand ser pêvajo aştiyê û da zanîn ku bidawîkirina şer heman demê de tê wateya bidawîkirina şer û hilweşînin.   Panel bi beşa pirs û bersivan bidawî bû. Mîhrîcan wê bi konserê bidome.