DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî da 2025-08-01 15:42:11     ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di çalakiya li pêşiya Wezareta Dadê de axivî û diyar kir ku pêvajoya der barê girtiyên nexweş hêdî rêve diçe û daxwaz kir ku wezaret kontrolên bi bandor bike.   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), têkildarî binpêkirinên li girtîgehan li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila şewata înfazan bê rawestandin, binpêkirinên li girtîgehan bê dawîkirin.”   Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku der heqê binpêkirinên li girtîgehan bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û wezîrên eleqedar re civîn pêk anîne. Turkdogan, destnîşan kir ku pêvajo rêve diçe û ev tişt got: “Ji girtîgehan her tim ji komîsyona me û ji partiya me re serlêdanên binpêkirinên tên. Malbat bi domdarî rexneyên xwe bi denge bilind tînin ziman. Hefteyê borî me li pêşiya Girtîgeha Boluyê daxuyanî da. Lewre lijneyek bi navê Lijeneya Îdarî û Çavdêriyê heye, girtiyên ku cezayên xwe xilas kirine li gorî qanûna înfazê divê bên tehliyekirin her tim tehliyeya wan taloq dike.”   Poşmanî tê ferzkirin'    Ozturk Tutkdogan, bal kişand ku Lijenya Îdarî û Çavdêriyê ji girtiyan “hûn poşman in?” dipirse û wiha pê de çû: “Hûn nikarin girtiyekî ku 30 salan li girtîgehê mabe bi pirsa “hûn poşman in?” ve 33 salan li girtîgehê ragirin. Ger ev mirov poşman ba jixwe ewqas sal li girtîgehê nediman. Bi kiryarên kêfî ve pirsgirêk çareser nabe.”   Daxwaz    Ozturk Turkdogan, rave kir ku pêvajoya der barê girtiyên nexweş hêdî rêve diçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî tespîta me bi hezaran girtiyên nexweş li girtîgehê ne. Em dixwazin ev rewşa kêfî û cihêkarî di pergala înfazê de bi dawî be. Divê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê bên rakirin. Di demên dawî de girtîgehên tîpa S û Y ên tîpa bîrê hatin vekirin, divê girtîgehên wiha bên girtin. Divê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê û wezaret  der barê girtîgehan de kontrolên bibandor bikin. Em ê di vê mijarê de hem mizakere û hem jî têkoşîna xwe bidomînin.”