Bi girseyî serdana şîna Bîşeng Kabak hat kirin 2025-08-01 13:02:16     ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê û rêveberên saziyan bi pêşengiya MEBYA-DER'ê bi girseyî çûn şîna endama YJA Starê Bişeng Kabak.   Duh bi daxuyaniyekê hatibû eşkerekirin ku endama YJA Starê  Bişeng Kabak (Seher Întîkam) di 21'ê Kanûna 2021'Ê de li herêma Zapê di pevçûnê  de jiyana xwe ji dest daye. Piştî eşkerekirina nasnameyê, malbatê li taxa Gêma ya navenda Şirnexê şîn danî. Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER) a Botanê, Dayikên Aştiyê, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zeki Îrmez bi girseyî serdana şînê kirin.   Girse li avahiya DEM Partî ya Şirnexê kom bû û heta mala şînê meşiya. Girseyê bi berzkirina dirûşman “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” derbasî mala şînê bûn. Di serî de ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyeke rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Taybet Bîlgî axivî û anî ziman ku ew ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin û ev tişt got: “Xwedî derketin ne tenê bi gotin lê kirin e. Wan ji bo azadiya vî gelî canê xwe dan. Xwedî derketina têkoşîna wan erka me hemûyan e.”   Piştrê jî parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez jî destnîşan kir ku ew ê xewn û xeyala wan pêk bînin û got: “Bi saya têkoşîna wan Kurd gihiştin vê merhaleyê. Armanca wan azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Em ê jî heta xewn û xeyalên wan pêkwerin têkoşîna xwe bidomînin.”   Birayê Bişeng Kabak, Xelîl Kabak jî ji bo serdanê spasiya girseyê kir û got: “Em bi wê serbilind in. Armanca wê bersiva ji bo her çar aliyên Kurdistanê û Rêber APO bû. Em ê jî xwedî derbikevin.”   Piştî axaftinan dua hatin xwendin û serdan bi xwendina duayan bi dawî bû.