‘Bi rêxistibûnê aştî wê mayînde bibe’ 2025-07-31 09:04:26   MERSÎN - Fatoş Sarikaya der barê pêvajoya aştiyê de axivî û got tevlibûna jinan girînge û wiha domand: “Têkoşîna jinan wê bi daxwaza aştiyê sînor nemîne û di heman demê de di esasa wekheviya zayenda civakî de wê şansê jiyanek alternatîf bidest bixe.”   Bi banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi pêşengiya jinan ji bo avakirina ‘aştiyê’ û civakîkirina aştiyê xebat hatin destpêkirin. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi  rêxistinên jinan yên cuda re hat gel hev.   Berdevka Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Fatoş Sarikaya der barê pêvajoya avakirina aştiyê û bandora têkoşîna jinan de axivî.   ‘Hîna dewletê gavek şênber navêtiye’   Fatoş Sarikaya da zanîn ku ji 27’ê Sibatê û şûnde tevgera azadiya Kurd gavên cidî û samîmî avêtine û bi taybet merasîma şewitandina çekan a PKK’ê gelek girîng bû. Fatoş Sarikaya wiha dirêjî dayê: “Ev gav di alî nîşaneya ku pêvajo veguheriye diyalog û demokratîkbûnê de gelek girînge.Lê mixabin dewletê hîna di vî alî de gavek şênber navêtiye.”   ‘Divê dawî li polîtîkayên înkar û îmhayê bên’   Fatoş Sarikaya destnîşan kir ku wê bi avêtina gavên şên ber pêvajoya aştiyê ya negatîf veguhere pêvajoya pozîtîf û wiha bi lêvkir: “Divê girtiyên nexweş û siyasî bên berdan. Divê qeyûm bên kişandin. Divê dawî li polîtîkayên înkar û îmhayê bên.”   ‘Divê jin wek kirde cih bigirin’   Fatoş Sarikaya  balkişand ser rola jinan a di pêvajoyê de û got jin kirdeya pêvajoyê ne û bi rêxistibûnê aştiya civakî hûnandine. Fatoş Sarikya wiha berdewma kir: “Têkoşîna jinan wê bi daxwaza aştiyê sînor nemînin û heman demê de di esasa wekheviya zayenda civakî de  wê şansê jiyanek alternatîf bidest bixe. Bi rêxistina ji herêmî wê aştiya mayînde jî pêk bê. Civakîbûna aştiyê ji bêdengbûna çekan û bêpevçûnê sînor nîne. Aaştiya civakî di esasa jiyana wekhev de pêkane.”