Li Îdirê hevdîtina jinan: Em ê jiyaneke wekhev ava bikin 2025-07-29 15:54:37     ÎDIR- Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di "Civîna Jinan a ji bo Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk" a li Îdîrê de axivî û got, "Em ê li dijî kesên ku dixwazin bi polîtîkayên înkar û îmhayê jiyana me hilweşînin, jiyaneke wekhev û azad ava bikin."   Meclîsa Jinan a Îdirê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) "Civîna Jinan a ji bo Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk" lidar xist. Di civînê de, ku li navenda bajêr hate lidarxistin, pêşî vîdyoyek ji daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Girtîgeha Îmraliyê ya 9'ê Tîrmehê hate pêşkêşkirin. Piştî daxuyaniyê, jinan dirûşma "Jin jiyana azad" berz kirin.   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di "Civîna Jinan a ji bo Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk" a li Îdîrê de axivî û got, "Em ê li dijî kesên ku dixwazin bi polîtîkayên înkar û îmhayê jiyana me hilweşînin, jiyaneke wekhev û azad ava bikin."   'Wekî gel û jin, divê em tiştê pêwîst bikin'   Halide Turkoglu, tekez kir ku ew di serdemeke dîrokî re derbas dibin û got, "Em di serdemeke pir dîrokî û girîng de ne. Em di serdemeke ku em difikirin ku zarok û ciwan dê di çi pêşerojê de bijîn de ne. Em, wekî gel û jin, divê şertên vê peywirê bicîh bînin. Sîstema ku ji hêla mêran ve serdest e, dewlet û hikûmet, dê bi hêsanî dev jê bernede. Lê em, jin, dê bi hêza xwe ya guhertin û veguherînê xebata xwe bidomînin."   Civîn bi rûniştineke pirs û bersivan piştî axaftinan bi dawî bû.