Ji bo Nergîs Muhamedî û girtiyên din bang 2025-07-26 20:30:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Karûbarên Rojhilata Nêzîk ragihand ku rejîma Îranê zextê li girtiya siyasî Nergîs Mihemedî û girtiyên siyasî dike û got: “Divê Îran dawî li tundiyê bîne hemû girtiyan azad bike.”   Nivîsîngeha Karûbarên Rojhilata Nêzîk ya ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê ve li ser hesabê xwe yê fermî yê ‘X’ê têkildarî êrişên rejîma Îranê ya li ser Nergîs Muhemedî û girtiyên din ên siyasî daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku divê rejîma Îranê dawî li tundiyê bîne ji bo bêdengkirina girtiyan, divê demildest hemû girtiyan azad bikin.   Çalakvana mafên mirov Nergîs Muhemedî ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, temenê wê 52 sale, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbaskiriye.