Jinên Wanê: Maseya ku serokatî lê hebe Kurd zirarê nabînin 2025-07-26 09:04:32   Nazlican Nûjîn Yildiz    WAN - Jinan balkişandin ser girîngiya civîna ku bi rojeva komîsyonê hatiye kirin û got di asta din de divê zemîna hiqûqî bê avakirin û girtiyên nexweş û siyasî demildest bên berdan. Jinan gotin ji pêvajoyê bi hevî ne û wiha gotin: “Maseya ku serokatî lê hebe Kurd zirarê nabînin”   Der barê komîsona ku tê payîn di çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ de bê avakirin, serokê meclîsê Nûman Kurtulmuş bi nûnerên partiyên siyasî re di 18’ê Tîrmehê de li meclîsê hatin ba hev. Pêşniyarên berê hatibin kirin bên parvekirin jî di vê astê de pêşniyarên nû hatin kirin. Tê payîn ku komîsyon herî kêm 44 endaman pêk bê.   Li Wanê jinan der barê pêvajoyê de nirxadin kirin û gotin komîsyon girîng e.   ‘Em komîsyonê girîng dibînin’   Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk da zanîn ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêgeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo destpê kiriye û gelê Kurd xwedî li bangê derdikeve û gel aştiyê dixwaze. Leyla Çelîk wiha dirêjî dayê: “Ev pêvajo zêdetir ji ser saziyên civaka sivîl û gel tê pêşxistin. Erênî pêş dikeve. Ji ber hewcedariya mirovan bi aştiyê heye û di vê pêvajoyê de ya divê bê kirin jî ev e. Çek hatin şewitandin. Di bi navê aştiyê de divê zemîna hiqûqî û zemîna destûra bingehîn bê meşandin. Di vî alî de komîsyon girîng e.”   ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’   Leyla Çelîk destnîşan kir ku avakirina komîsyonê girîng e û di asta din de divê ji bo girtîgehan gav bê avêtin. Leyla Çelîk wiha dirêjî dayê: “Divê girtiyên nexweş, siyasî bên tahliyekirin. Divê di vê astê de ev gav hebe. Divê mafê jiyanê ya mirovan esas bê girtin û bi hevserokan re modelek rêveberiyê bê avakirin.”   ‘Gelê Kurd bi serokatiya xwe bawer dike’   Endama Meclîsa Şaredariya Erdîşê Ayşe Ergun jî wiha anî ziman: “Gelê Kurd bi serokatiya xwe bawer dike. Em pêkanîna kongreya 12’emîn jî encama vê dibînin. Bi bangê re çek hatin şewitandin. Gel li bende gavên dewletê ye. Di hişê wan de pirsnîşan hene. Gavê hatine avêtin girîng in lê divê fikrê hemû pêkhateyan hebin. Divê hemû pêkhate piştgiriyê bidin. Maseya ku serokatî lê hebe Kurd jê zirarê nabînin. Em dikarin vê bi zelal bêjin. Bendewariya me destpêkirina pêvajoya hiqûqî ye.”   ‘Divê dewlet gavê bavêje’   Endama Meclîsa Şaredariya Payîzava Herdem Acar jî balkişand ser tiştên di pêvajoya çareseriyê de hatine jiyîn û wiha bi lêv kir: “Gavên hatine avêtin yekalî ne. Lê divê gavên şênber ji aliyê dewletê ve bên avêtin. Komîsyonek tê avakirin lê hîna gavek şênber tuneye. PKK’ê çek berdan lê hîna gavek şênber nehatiye avêtin. Girtiyên nexweş nehatine berdan. Divê di serî de birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan. Divê di komîsyona tê avakirin de hemû nûnerî hebin.”