Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû 2025-07-21 19:45:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a li Meclisê ya li gel şandeya DEM Partiyê dawî bû.   Hevdîtina Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî ya Tirkiye (MÎT) Îbrahîm Kalin ya li gel şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li Meclîsê bi dawî bû.   Hevdîtina li odeya koma DEM Partî ya li Meclîsê Serokekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçîgît û Sezaî Temelî jî amade bûn.   Hevdîtin saetek û 7 deqe dom kir.   Hevdîtin li ser çareseriya pirsa Kurd a di çarçoveya Aştî û Civaka Demokratîk de hate kirin.