Sala 10’emîn komkujiyê bi dirûşmeya ‘Di şopa Pirsûsê de ciwan li ser piyane’ pêşwazî dikin 2025-07-19 09:07:41   Elfazî Toral   STENBOL - Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat der barê 10’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê nirxandin kir û got: “Îsal em bi dirûşmeya ‘Di şopa Pirsûsê de ciwan li ser piyane" hem li Tirkiye hem li Kurdistanê  armanc dikin ku têkoşîna hevpar û şoreşa yekbûyî pêk bînin.”   Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê pêk anî de 33 ciwanî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji komkujiyê heta her sal li Tirkiye û Kurdistanê kesên hatine qetilkirin tên biranîn. Têkoşîna malbatan û ciwanên sosyalîst di her 20’ê mehê de jî bi daxwaza "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet" tên gel hev.   Hevseroka Konfederasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat bi wesîleya 10’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê axivî.   Berfîn Polat da zanîn ku 10 sal berê şoreşa Rojava zindî bûye û li Tirikyeyê jî rêxistinên girseya demokratîk tevli bûne û got: “Di vê pêvajoyê de ciwanan rolek girîng lîstine. Ciwanan rizgarî û azadiya xwe afirandin. Ciwanên Sosyalîst di berxwedana Kobanê de li her derê rolek girîng lîstin. Piştî şoreşa hat afirandin peyweira avakirina jiyana nû ya civakî hebû. Ciwanên Sosyalîst wê demê gotin; em bi hev re diparêzin û jiyana nû ava dikin. Me pêvajo bi kampanyayê pêşwazî kir. Kampanya Kobanê wisa derket pêş. Armanc û xeyalên me eve ku têkoşîna hevpar a Tirkiye û Kurdistanê û şoreşa yekbûyî pêk bê. Armanca komkujiyê astengkirina pira dihat avakirinê bû.”   ‘Em bi têkoşîna edaletê sala 10’emîn pêşwazî dikin’   Berfîn Polat destnîşan kir ku komkujiya Pirsûsê êrîşa li hember tevgera ciwanan bû û wiha berdewam kir: “Ji paşerojê de gelek komkujî pêk hatin. Komkujiya Pirsûsê li hember ciwanan bû.10 sale ji bo Pirsûsê edalet em li derê bûn. Halît Aga  ku cihê hiş ya Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê bû, gelek girîng e. Em bi têkoşîna edaletê 10’emîn salvegera komkujiyê pêşwazî dikin. Em li der derê xebatên xwe dimeşînin.  Îsal em bi dirûşmeya ‘Di şopa Pirsûsê de ciwan li ser piyane’ hem li Tirkiye hem li Kurdistanê armanc dikin ku têkoşîna hevpar û şoreşa yekbûyî pêk bînin.”