Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li hember Durziyan şermezar kir 2025-07-18 12:08:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Durziyan şermezar kir û banga qebûlkirina mafên gelan kir. Her wiha li hemberî êrişên gengaz ên li ser Kurdistanê jî banga pêkanîna yekîtiyê li hêzên Kurd kir.   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî êrişên li ser gelê Durzî daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir. Her wiha ragihand ku ev êriş amadekariyek êrîşa gengaz a li ser Kurdistanê ye û banga yekîtiyê li hêzên Kurd kir.   Daxuyaniya Platforma Yekîtiyê ya Jinên Kurd bi vî rengî ye:   "Rewşa Kurdistanê ya dagirkirî sedema şer û faşîzma netew dewletên serdest e. Ji ber vê çareseriya pirsgireka Kurd û helwestên siyaseta Kurdan aştiyane ye. Ev yek li Rojhilata Navîn rêya pergaleke demokratîk saz dike. Li gel israra siyaseta aştiyê ya Kurdan em dibînin, ku dewletên dagirker bi rengekî taktîkî nêzî helwesta çareserî û aştiyê dibin. Dema firsendê bibînin êrîşên faşîzan didin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de êrîşa li ser Suwêdayê ji bo pêşîvekirina li êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Sedema duyem jî ew e ku bi şiara 'yek dewlet, yek ziman, yek netew' berpirsê Sûriyeyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Tom Barack bûn. Ev rewş nîşan dide ku hinek hêz bi taktîkî nêzî gelê Kurd dibin û hêz didin dagirker û cîhadîstan. Di vê çarçovê de xeteriyê li ser Kurdan ferz kirin. Gelê Durzî rastî qirkirinê hat, erîşên droneyan ên li Başûrê Kurdistanê zêde bûn û Rojava ji erîşan re vekirin.   Banga me li hemû hêzên ku gelê Kurd dikin mijara taktîkî ew e ku ti carî hesabên şaş li Kurdan nekin, kesên ku dikevin van şaştiyan jî ji wezîfeyê bigirin.   Herî girîng yekcar diyar bû ku yê ku xeterî û lîstokên hêzên dewletên mezin vala derbixe û nêzîkatiya wan a gelê Kurd re şaş sererast bike yekîtiya siyaseta Kurdan e. Rêya azadiya Kurdistanê yekîtiya mezin e. Em bang li hemû jinên Kurd û hêzên Kurd ên siyasî dikin ku edî Kongreya Yekîtiya Kurdan saz bikin. Dîrokê û rewşa heyî şensekî mezin dide me. Dîrok şensê dubare nake, lê trajedî dubareyê dike.   Em wek Platforma Yekîtî ya Jinên Kurd erîşên li ser gelê Durziyan şermezar dikin û bang dikin ku mafê gelan bi pergala xweser an federatîf bê qebûlkirin.   Li hemberî êrîşên li ser Kurdistanê em yekîtiya xwe pêk bînin. Siyaseta Kurd a giştî jî divê êdî erkê yekîtiyê hewalê demê neke û daxwaza gelê xwe pêk bînê.   Em dîsa diyar dikin ku li dijî eri?ên li hemberî gelê me, em Jinên Kurd wê têbikoşin û her kesî daweta têkoşîna hevpar dikin."