Piştî biryara DMME’ê serlêdana tahliyeyê 2025-07-11 20:45:28   STENBOL - Piştî biryara DMME’ê parêzeran, ji bo tahliyekirina hevserokên giştî yên HDP’ê  û girtiyên Doza Kobanê serlêdan kirin.   Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) cara sêyemîn biryara binpêkirinê dan û piştî vê parêzeran ji bo tahliyekirina hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û girtiyên doza Kobanê serlêdan kirin.    Parêzer wê piştre li gorî biryara DMME’ê bi daxwaza beratê serlêdanê bikin.