‘Îşkence sûcê mutleq e’ 2025-06-26 09:03:05   Elfazî Toral   STENBOL - Xizma winda Îkbal Eren û Umît Efe ya TÎHV’Î  der barê 26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine, axivîn û gotin: “Îşkence sûcê  mutleq e. Ji bo em ji îşkencekaran hesab bipirsin û bê ceza neyên hiştin wê têkoşîna me bidome.”   26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine ya Neteweyên Yekbûyî(NY) di 1984’an de di lijneya giştî ya NY’ê de hat qebûlkirin û 1987’an de ket meriyetê. Tirkiyeyê jî py-man di 21’ê Nîsana 1988’an de erê kir û di 1988’an de kir meriyetê. Yek ji cihên îşkenceyê ya li Tirkiyeyê ku salên 1970, 1980 û 1990’î de  wek şaxa yekemîn dihat pênasekirin û heta 1994’an de hatiye bikaranîn û 2023’an de hat hilweşandin avahiya midûriyeta emniyeta Gayrettepe bû. Bi sedan kes li wir hatin îşkencekirin û binçavan dehatin windakirin. Li gorî hinek xebatan 650 hezar kes bi rêbazên cuda yên îşkenceyê re hatine rû hev. Yek ji kesên li vê îşkencexaneyê hat windakirin Hayrettîn Eren bû.   Xwişka Hayrettîn Eren, Îkbal Eren got: “Min birayê xwe li Emniyeta Gayrettepe winda kir. Tevî wesayîta birayê min li baxçeyê emniyetê bû hat înkarkirin. Ji bo hesab ji gumanbaran bê pirsîn ez ê têbikoşim.” Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî wiha got: “Îşkence qedexe ye. Lê her kolan veguheriye îşkencexaneyê.”   ‘Li kolanan îşkence tê kirin’   Umît Efe got bi salan e li dijî rêbazên îşkenceyên li Tirkiyeyê têdikoşin û wek her sal îsal jî di roja 26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine, gelek çalakiyan pêk tînin. Umît Efe daxuyand ku  Midûriyeta Emniyeta Gayrettepe ya berê bi dehan ciwan di îşkenceyên giran re hatine derbas kirin û got: “Di darbeya 12’ê îlonê de gelek ciwan hatin îşkencekirin.GElek kes li Gayrettepeyê hatin windakirin. Li gelek cihên din jî û kolanan îşkence didome. Li Navendên Vegerandinê li penaberan îşkence tên kirin. Îşkence qedexeye. Tevî ku îşkence qedexeya bi awayekî sîstematîk tên kirin.”   ‘Îşkence sûcê mutleq e’   Umît Efe wiha dirêjî dayê: “Li girtîgehên Tirkiyeyê jî li hember girtiyan binpêkirinên mafan yên cidî hene. Girtiyên nexweş nayên berdan. Pêkanînên li girtîgehên Tîpên F îşkenceye.Li girtîgehan pêkanînên kêfî hene. Li hember xizmên girtiyan jî zext hene. Divê demildest dest ji van pêkanînên dijmirovahî bê berdan.Divê girtiyên nexweş bên berdan. “   ‘Binçavkirina Hayrettîn Eren hat înkarkirin’   Xwişka Hayrettîn Eren yê di binçavan de hat windakirin, Îkbal Eren jî daxuyakirin ku li Tirkiyeyê bi hezaran kes bi îşkenceya sîstematîk hatine windakirin û qetilkirin û got: “Divê ev cihên îşkenceyan ji bîran paqij nebin.Birayê min 20’ê mijdara 1980’ê de hat binçavkirin û piştre hat windakirin. Min birayê xwe li midûriyeta Emniyet Gayrettepe winda kir. Tevî wesayîta birayê min li baxçeyê midûriyetê bû ha tînakirin. Tevî şahid hebûn hat înkarkirin. Wek Birayê min ligel Nurettîn Yedîgol û Suleyman Cîhan çar kes hatin windakirin.Em şahid3 vê ne. Divê her kes vê bizanibin.Li vir navenda îşkencê heye. Bê hilweşandin jî ev nayê paqijkirin. Heta hûn dikarin hilweşînin ew qêrîn tu car nayên bêdengkirin. Divê her kes bê bihese. Cîhanek bê îşkence pêkane. Hewldan û têkoşîna me jî ji bo vê ye. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bimeşînin.”