Encamnameya Konferansa ÎHDê: Pêkanîna aştiyê mijareke civakî ye 2025-06-23 13:34:15     AMED - ÎHD encamnameya konferansa xwe ya di 21 û 22'yê Hezîranê de li Amedê pêk anî, eşkere kir û hat gotin ku pêkanîna aştiyê mijareke civakî ye û hat xwestin li tavilê operasyonên leşkerî bên rawestandin.   Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li otelek Amedê di navbera 21 û 22'yê Hezîranê de bi şîara “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” konferansek li dar xist. Di konferansê de malbatên gerîla û leşkeran û malbatên qurbaniyên şer hatin cem hev. Di konferansê de li ser aştiyê û pêkahtina aştiyê û lihevhatinek civakî nîqaş û axaftin hatin kirin. ÎHDê li avahiya xwe ya şaxa Amedê civînek çapameniyê li dar xist û encamnameya konferansê eşkere kir. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê ÎHDê yê Amedê Ercan Yilmaz û rêveberên ÎHDê tev li bûn.   Hevserokê Giştî Huseyîn Kuçukbalaban ewilî axivî.   ‘Divê operasyon bê rawestandin’   Huseyîn Kuçukbalaban da zanîn ku her kes dît û dibîne ku ew hewcedariyê aştiyê ne û wiha got: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan, PKK xwe fesix kir. Lê hê jî dewletê tu gav neavêtine. Di pakêta 10emîn a darazê de hêviya gel hebû lê ev jî vala derket. Biryara xwefesixkirinê girîng e lê em dibînin ku li başûrê Kurdistanê êrişên li ser gerîla berdewam dikin. Ev jî dê pêvajoyê sobate bike. Divê operasyon bên rawestandin.”   Piştre Serokê ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz encamnameya konferansê xwend.   ‘Divê her kes bi zimanek aştiyane biaxive’   Ercan Yilmaz diyar kir ku wan di roja yekemîn de li ser bîr-hafizeyê û di roja duyemîn de jî rola civaka siyasî û rêxistinên sivîl di pêkanîna aştiyê de konferans li dar xistin e û got: “Em îro pirsgirekên ku me di konferansê de tespît kirine eşkere dikin. Divê desthilat heqîqetê bibîne û bi vê heqîqetê re rû bi rû bimîne. Lazim e desthilat dest ji polîtîkayên şerê taybet berde. Politîkayên ewlehiyê tu pirsgirekan çareser nake. Temsîliyeta jinan û beşên din ên civakê tê piştguhkirin. Divê her kes bi zimanek aştiyane biaxive.”   ‘Divê komîsyona heqîqeqetê were avakirin’   Ercan Yilmaz destnîşan kir ku peşniyarên wan hene û wiha got: “Ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd, girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Divê girtiyên nexweş tavilê werin berdan. Pêwîste biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û darizandina adilane bikeve dewrê. Divê rêya vegera li gundan bê vekirin. Divê jin bi awayekî wekhevî tev li pêvaoyê bibin. Pêwîste komîsyona heqîqête bê avakirin. Kesên ku beşdarî konferansê bûne jî diyar kirin ku hewceyî bi zemînek wekhev û edaletê heye. Aştî mijareke civakî ye.”