MKG'ê ji bo piştevaniya rojnamegera jin bang kir 2025-06-19 12:40:06     STENBOL - MKG'ê bang li komele û hevkarên xwe kir ku ji bo rojnamevan Perihan Sevda Erkilinç, ku ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û nexweşiya çolyakê pê re heye, piştevaniyê nîşan bidin.   Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê sibê li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya li Beyoğluyê ji bo Perihan Sevda Erkilinç, nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecek ku ji 2'yê Gulanê ve dîlgirtî ye, daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe.   Perîhan Sevda Erkilinç, ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ye, nexweşiya çolyakê jî pê re heye û ji ber ku di girtîgehê de parêzek bê gluten nayê dayîn, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû ye.   MKG'ê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de bal kişand ser van xalan: "Nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecek Perihan Sevda Erkilinç ji 2'yê Gulanê ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin. Sevda, ku nexweşiya çolyakê pê re heye, mafê parêzek bê gluten nagire û nikare xizmetên tenduristiyê bi dest bixe. Em li Şaxa ÎHD ya Stenbolê dicivin da ku hevgirtina xwe bi hevkara xwe re nîşan bidin."