Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî jiyana xwe ji dest da 2025-06-17 18:06:10   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî, li navçeya Artuklu ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.   Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî (80) ku li Taxa Stasyonê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê jiyan dikir, jiyana xwe ji dest da. Hamdiye Şîmdî ku demeke dirêj bû dihat dermankirin, di rojên derbasbûyî de rewşa wê xirab bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Hamdiye Şîmdî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Kurê Hamdiye Şîmdî, Cuma (Necatî Şîmdî) di encama pevçûneke di Tebaxa 1999’an de li qada Çiyayê Bizina a Gabarê jiyana xwe ji dest dabû.   Hamdiye Şîmdî bi salanbû ji bo cenazeya kurê xwe bigire, têkoşîn dida.