'Li dijî israra şer, têkoşîn peywira hemû kesiye' 2025-06-15 21:51:29     AMED-Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku li dijî kesên di şer de israr dikin, têkoşîn peywira hemû kesiye.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin” li pêşiya AZC Plaza a li taxa Ofîsê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bû û dirûşmeya “Ji şer re na, a niha aştî” hate berzkirin.    Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Demê yê Platformê Mehmet Oktay ve hate xwendin. Mehmet Oktay bi bîr xist ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan  ku di 27’ê Sibatê de kir, kongreya 12’emîn a PKK’ê hate lidarxistin û destnîşan kir ku tevî vê jî êrîş dewam dikin.    Mehmet Oktay wiha got: “Êrîşên heyî li dijî mafê hêviyê ye. Ev êrîş careke din nîşan didin ku ev çalakiyên provokatîf ên bi vî rengî bi daxwaza domandina şer a hîn kesan tê kirin.”    Mehmet Oktay bal kişand bi ser şerê Îsraîl û Îranê ku di rojên dawî de diqewime û wiha domand: “Ev şer nîşanî me dide ku divê em xeta têkoşînê ava bikin ku li dijî şer, xizanî û zilmê; wekhevî, azadî û civaka demokratîk diparêze. Li dijî şeran ne pêkan e ku em bi rêyekî din bimeşin.”    Mehmet Oktay bang li her kesî kir ku êrîşan şermezar bikin û her wiha bang rayedarên ku pêvajoyê dimeşînin kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.