Li cihên ku herî dawî Rojîn Kabaîş lê hatibû dîtin kamera hatin bicihkirin 2025-06-04 09:05:46   Rabia Onver   WAN - Di ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de 8 meh derbas bû lê hîna pirsên heyî nehatine bersivandin. Li aliyê din li perava kampusa zanîngehê ku herî dawî Rojîn Kabaîş lê hatibû dîtin kamerayên ewlehiyê hatin bicihkirin.   Di 27’ê îlona 2024’an de xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a 21 salî çûbû perava golê ya zanîngehê. Lê carek din agahî jê nehat girtin. Roja din alavên wê ji aliyê xwendekarên mêvan ve li peravê hat dîtin û agahî dan wargehê. 15 saet şûnde wargehê agahî da malbat û polîsan. Cenazeyê wê jî di 15’ê Cotmehê de li perava Molakasim a ji aliyê Mehmet Emîn Ankay ve hat dîtin.   Tevî 8 meh di ser mirina biguman de derbas bû hîna pirsnîşan nehatine bersivandin, biryara veşartiyê ya li ser dosyayê didome. Cenaze çend rojan di avê de maye, ji derve mudaxale bûye an na, şopa derban a li ser laşê wê ji çi qewimiye, DNA’ya mêr aydê kê ye, hîna nehatine bersivandin.   Di rapora otopsiyê de li ser dema mirinê û pêvajoya avê de maye nehat sekinandin   Di 14’ê mijdarê de ji ATK’a Stenbolê rapora otopsiyê hat. Sedema mirina wê ‘di avê de xeniqiye’ hat îdiakirin û hat îdiakirin ku der barê êrîşa zayendî yan jî lêdanê de tu dane tuneye. Lê di raporê de li ser dema mirina wê û pêvajoya avê de maye de tu tiştek agahî nehat dayîn. Bi daxwaza Baroya Wanê û Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê, serdozgeriya komarê ya Wanê ji ATK’ê der barê vê de raporek din xwest.   Lijneya Îhtîsasa Tipa Edlî rapor di 13’ê Kanûnê de şand û li ser agahiyên di rapora din de sekinîn. Baroyê îtîrazê vê kir.     Tevî ku li her derê kampusê û têketina zanîngehê kamera hebûn li cihê Rojînê lê winda bû kamera tunebû. Hat îdiakirin ku kamerayên nêzî wir ew herêm nedîtiye. Ji ber vê jî dîmenên der barê Rojînê de nehatin dîtin.   Di ser bûyerê de 8 meh derbas bû. Biryara veşariya li ser dosyayê diome. Dayik û bavê Rojîn Kabaîş, Nîzamettîn Kabaîş û Aygul Kabaîş bi dozgerê nû yê di 29’ê Çileya 2025’an de tayîn bûye re di 22’yê Gulanê de hevdîtin kir. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û ji navenda mafê jinan a baroyê parêzer jî tevli bûn.   Li cihê winda bûye kamera hatin bicihkirin   Piştî windabûna Rojînê, derket holê ku di alî tedbîrên ewlehiyê ya li kampusê de îhmal hene. Piştî 8 mehan şûnde li cihê ku herî dawî Rojîn Kabaîş lê hatibû dîtin kamera hatin bicihkirin.   Xwendekarên ki kampusê ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku xwestine li cihê ku Rojîn Kabaîş winda bûye meşekê pêk bînin lê rêveberiya zanîngehê pirsgirêk derxistiye. Her wiha xwendekaran diyar kirin ku tişta ku hatiye serê Rojîn Kabaîş dibe ku sibehê bê serê wan jî.