‘Em xwe rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin’ 2025-05-25 09:04:59   Neslîhan Kardaş    COLEMÊRG - Endama PM'a DBP'ê Zeynep Kaya der barê atolyeyên "Dîroka jinê" ya ku Meclîsa Jinan a DBP’ê daye destpêkirin de axivî û got: “Ji bo azadiya jinan, pêşeroja zarok û civakê, ji bo dawî li şer û binpêkirinê bê divê em xwe rêxistin bikin û têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên  Demokratîk (DBP) di 22’ê Gulanê de atolyeyên "Dîroka jinan" da destpêkirin. Tê plankirin ku li gelek bajaran atolye pêk bên. Ya ewil li Îzmîrê û Colemêrg û Geverê pêk hat. Gelek jin di atolyeyan de hatin gel hev. Jinên DBP’yî di atolyeyan de bal kişandin ser rola jinan a demî, şoreşa jinan a neolîtîk, derketina serdestiya mêr, kokên kapîtalîzm û têkoşîna jinan a îroyîn. Ji di atolyeyan de gelek mijar axivîn û nîqaş kirin.   Endama PM'a  DBP’ê Zeynep Kaya der barê atolyeyan de ji ajansa me re axivî.   ‘Em ê bi atolyeyan xwe bigihînin hemû jinan’   Zeynep Kaya da zanîn ku wek meclîsa jinan a DBP’ê yek ji biryarên konferansê atoyeyên jinan pêk tînin û got: “Me xwest em bi vî awayî xwe bigihînin jinan, hişmendiya jinan xurt bikin û rêxistinbûna jinan xurt bikin. Me îro li Geverê du altoyeyên jinan pêk anîn. Em di vê çarçoveyê de atolyeyên xwe bi awayekî xwe bigihînin hemû jinan bidomînin.”   ‘Em ê wek meclîs xebatên xwe bidomînin’   Zeynep Kaya  wiha dirêjî dayê: “Li hemû bajaran ji bo em xwe bigihînin zêdetir jinî û rêxistibûnê mezin bikin wê xebatên me bidomin. Em ê bi hişmendiya ku divê têkoŞîna jinan li her qadê hebe û hevpar be xebatên xwe bidomînin. Li ser jinan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Ji bo valaderxistina van polîtîkayan xebateke me ya em xwe bigihînin hemû jinan wê hebe.”   ‘Jina azad, jina ku desthilatdariyê dihejîne ye’   Zeynep Kaya bi lêv kir ku li bajaran hewl didin we bigihînin jinan û got: “Jin di alî ku ji malê derkevin de zehmetiyan dikşînin. Jin nikarin biryarên xwe bidin. Me birayar da ku divê em bi jinan re bibin yek rêxistibûna xwe bikin û ji ber vê me hewce bi atolyeyên wisa dît. Jinên azad desthilatdariyê ditirsîne. Jinan azad desthilatdariyê dihejîne. Em bang li hemû jinan dikin. Werin em bi hev re vê têkoşînê hîn mezintir bikin. Li cihê jin azad be civak jî azade.”