Xelkê Mexmûrê konê çalakiyê veda 2025-05-15 14:18:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Mexmûrê ku ji ber zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên beramberî xelkê Mexmûrê û girtina şandeya Meclîsa Gel a Mexmûrê li Bexdayê, danê sibehê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan. Girseya gel ji bo xwedî derketina li îradeya xwe, konê çalakiyê vedan.   Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek din ya Iraqê re rûbirûye. Ji 10’ê Nîsanê ve Iraq rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin.   Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser wargehê şandeyek ji Meclîsa Gel ya Mexmûrê çûbûn Bexdayê, piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir, di vegerê de hate girtin. Li ser vê yekê danê sibehê xelkê Mexmûrê bi awayekî girseyî li dijî zêdebûna zextên hikûmeta Iraqê yên li ser wargehê dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ qîr kirin.   Xelkê Mexmûrê ku heta benda kontrolê ya ku hêzên leşkerên Iraqê kontrol dikin, helwesta raber kirin. Di encama hevdîtinek li ser lingan hate kirin de hate gotin nava çend saetan de şandeya Meclîsa Gel a Mexmûrê ya hatî girtin wê berdin. Li wir daxuyaniyek hate dayîn ku heta şande neyê berdan wê çalakî bidome.   Li ser vê yekê xelkê Mexmûrê ji bo xwedî derketina li îradeya xwe, li ber benda kontrolê hêzên Iraqê konê çalakiyê vedane. Girseya gel li konê çalakiyê, helwest û berxwedana xwe berdewam dike.