TJA: Em ê ji bo jinên azad têbikoşin 2025-05-15 13:25:22   SILÊMANÎ - Aktîvîsta TJA'yê Hacer Ozdemîr di kongreya NADA'yê de axivî û diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hemû gelên cîhanê re hatiye kirin û got, "Rizgarkirina welatê me û rizgariya jinan bi hev ve girêdayî ne. Wek TJA; em ê ji bo jinên azad têbikoşin."   Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) yekemîn kongreya xwe li otêlekê li Silêmaniyê li dar dixe. Jinên ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Afrîkayê, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên din beşdarî kongreyê bûn û jin bi cilên xwe yên herêmî beşdarî kongreyê bûn.   Piştî navberê, pêşkêşiya bi sernavê "Şerê Cîhanê yê 3'yemîn şerekî jinankujiyê yê neîlankirî ye" dest pê kir.   'Em ê têkoşîneke jinan a azad bidin'   Hacer Ozdemir, diyar kir ku pirsgirêkên ku gelê Kurd dijî ne tenê pirsgirêkên gel in, lê di heman demê de yên Rojhilata Navîn in jî, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd di bingeha her pirsgirêkek çaresernekirî de ye. Hacer Ozdemir wiha axivî: "Avakirina demokrasiyê bi jinan mimkun e, jinan qet pêşengiya şer nekirine. Her tim mêran şer dest pê kirine. Karê me pir dijwar e ji ber ku dermanê şer aştiya mayînde ye. Gotina 'Civak nikare azad bibe heya ku jin neyên azad kirin' gotineke pir kûr e. Li ser bingeha vê gotinê, em rê û rêbazên xwe ji nû ve binirxînin. Berî her tiştî, em baweriya xwe bi xwe bînin. Hêza me heye ku em vê kaosê rawestînin. Her kes li cihê ku lê ye têkoşîna xwe dike û ev têkoşîn têkoşîneke li dijî şer e. Kes nikare bêje ku ez ji vî şerî dûr im, ev bandorê li min nake.   'Em ê konfederalîzma demokratîk ava bikin'   Hacer Ozdemir got: "Banga ku Birêz Ocalan kir ne tenê bangek ji bo gelê Kurd bû, lê ji bo tevahiya cîhanê bû. Wî got ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn. Em dikarin vê yekê li Rojava bibînin. Ger demokrasiyeke avabûyî hebe, ger dewlet demokratîk bin û ger aştiyeke mayînde pêk were, divê em rola xwe baş bilîzin. Em ê bi felsefeya 'Jin jiyana azad' şeran rawestînin û em ê modelek konfederalîzma demokratîk ji bo hemû gelan ava bikin.”   Kongre pêşkêşkirinan berdewam dike.