Şaredariya Rezanê Roja Dayikan pîroz kir 2025-05-10 15:21:30     AMED - Şaredariya Rezanê bi boneya Roja Dayikan hem civîna taştê û hem jî gera li cihên dîrokî yên Sûrê li dar xist.   Midûriyeta Xizmetên Astengdar û Kal û pîran a Şaredariya Rezanê bi boneya Roja Dayikan ji bo jinan civîna taştê li dar xist. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz jî beşdarî çalakiyê bû û bi jinan re hevdîtin kir. Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan û endamên meclîsa jinê jî tevli bernameyê bûn. Di hevdîtina ku di atmosfereke dostane de derbas bû de jinan sohbet kir û bi hev re Roja Dayikan pîroz kirin.   Leyla Ayaz di çalakiyê de axaftinek kurt kir, cejna dayikan li hemû jinan pîroz kir û ji ber tevlêbûna wan spasiya wan kir.   Di roja dayikan de serdana Sûrê kirin   Navenda Jinê ya Kardelenê û Navenda Zarok û Malbatê ya Pir Armanc a Narîn a girêdayî Rêveberiya Jinan a Şaredariya Rezanê, di çarçoveya Roja Dayikan de ji bo dayikan û zarokên xwendekar bernameya gera dîrokî û çandî li dar xist.   Çalakî di çarçoveya kampanyaya "Gotina me ne qediya ye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" li Qada Deriyê Çiyê dest pê kir. Jinên li vir hatin cem hev Muzeya Edebiyatê ya Ahmet Arif, Mizgefta Ulu, Muzeya Bajêr a Amedê, Dêra Meryem û Qesra Cemîl Paşa ku ji cihên navdar ên Amedê ne, ziyaret kirin.   Di dawiya rojê de li Qesra Gaziyê çalakiya pîknîkê hat lidarxistin. Jin û zarokan bi hev re Roja Dayikan pîroz kirin û di nava xwezayê de rojek xweş derbas kirin.