Pervîn Buldan: Kongere dîrokî ye 2025-05-09 16:23:01      ENQERE -Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan ji bo kongera PKK'ê got, "Bi îhtimaleke mezin ragihandineke teknîkî bi Abdullah Ocalan re çêbûye."   Endama Heyeta Îmrali ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan têkildarî kongreya ku PKK'ê pêk anî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Pevînê ji bo kongreyê got  dîrokî ye û ev tişt got: "Bi îhtimaleke mezin ragihandineke teknîkî hebû ka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî kongreyê bûye yan na.” B her wiha da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide.   Pervîn Bûldan da zanîn ku ew di serdemeke gelekî dîrokî re derbas dibin û wiha got: "Em dizanin ku her kes li benda kongreya dîrokî ya PKK'ê bû. Ji bo aştî were Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê demokrasî pêk were, pêwîstî bi vê kongreyê hebû. Dema me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî behsa girîngiya pêvajoyê û li Tirkiyeyê pêkhatina aştiyê kir. Digot pêwîstî bi tiştek wiha heye. PKK’ê ragihand ku kongreya xwe pêk anî û ji bo Tirkiyeyê ser xêrê be. Ji niha û pê ve jî wê kevirên aştiyê bên danîn. Dê pêngavên dîrokî bên avêtin. Bi îhtîmaleke mezin dê bendewarî pêk werin. Ji ber vê yekê pêwîst e girîngiyeke dîrokî bidin vê yekê. Ji bo me hemûyan bi xêr be."   Ragihandina teknîkî   Pervîn Buldan der barê ka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî kongreyê bûye yan na de wiha got: "Bi îhtimaleke mezin ragihandineke teknîkî çêbûye. Ez naxwazim zêde bikevim hûrgilîyan. Ji ber ku hê jî rêyeke me ya dirêj heye. Bi ya min divê daxuyaniyên ku em ê bidin bi baldarî werin kirin. Bi ya min divê zirarê nede pêvajoyê. Ji ber vê yekê, heta ku ev pêvajo bi temamî bi ser bikeve, divê em ji bo axaftinên xwe baldar bin. Dema em bala xwe bidin daxuyaniyên hatine dayîn, îhtimal heye ku di rojên pêş de ravekirineke hîn berfirehtir were kirin. Lê ev yek bi xwe jî ravekirineke girîng e. Ez neçar im behsa rola Sirri Sureyya Onder bikim. Xwezî wî jî ew bidîta. Xwezî wî bikaribûya şahidiya van rojan bikira. Wî gelek ked da. Ez niha li Semsûrê di taziyeya wî de me. Careke din em bi hurmet bejna xwe li ber ruhê wî ditewînin. Em vê diyarî serok Sirri dikin. "   'Dê Erdogan daxuyaniyê bide'   Pervîn Bûldan diyar kir ku Serokkomar Erdogan wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide û got, "Ew ê jî di demeke kurt de daxuyaniyekê bide. Ez naxwazim li ser vê yekê nirxandinekê bikim. Lê belê bi ya min Birêz Serokkomar wê di demeke kurt de daxuyaniyekê bide."