Necla Yildiz hat berdan 2025-05-05 16:26:30       ENQERE - Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin, piştî 9 sal û 6 mehan hate berdan.    Necla Yildiz di sala 2016’an de li Konyayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 9 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Necla Yildiz li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dihat ragirtin û tehliyeya wê hatibû taloqkirin. Necla Yildiz, piştî temamkirina dema înfaza cezayê xwe hate berdan. Necla Yildiz, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ve hate pêşwazîkirin.     Necla Yildiz li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kin da û Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî. Necla Yildiz, got: “Mirovekî gelek biqedir û biqîmet bû. Ya girîng ew e ku mirov bi hev re têbikoş e û xwedî li têkoşîna bi hezaran welatiyên me yên şehîd derkeve.”    Bi domdarî Necla Yildiz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Hin hevalên ku ez hêj ji dayik nebûbûm ketin girtîgehê û hêj di girtîgehê de hene. Hevalên me yên nexweş hêj di hundir de ne. Hêvîdarim hemû hevalên me di demekî nêz de bên berdan. Em deyndarên dilxwazin. Bi daxwaza xwe em tev li vî deynî bûn. Em bi zanebûn tev li vê têkoşînê bûn. Em dizanin ku em çiqas deynê xwe bidin em ewqas dê bêhtir dewlemend bibin. Heta ku em bijîn em jî dê her vî deynî bidin û dewlemendiya me dê bidome.”