DEM Partiyê civîna MYK’ê betal kir 2025-05-03 17:44:36   ENQERE - Hevserokên giştî yên DEM Partiyê, endamên MYK’ê û Koma Meclîsê, civîna MYK’ê betal kirin û ji bo şîna Sirri Sureyya Onder berbi Stenbolê ve ketin rê.   Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê  û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan endamên MYK’ê û Koma Meclîsê, civîna MYK’ê betal kirin û ji bo şîna Sirri Sureyya Onder berbi Stenbolê ve ketin rê. Hat hînbûn ku wê agahiyên der barê şîn û cenazeyê de piştre bê parvekirin.