Bi girseyî serdana şîna Pelîn Zozan hat kirin 2025-05-02 15:49:51   WAN - Şîna ku  ji bo Pelîn Zozan a li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da li Wanê hat danîn, ji aliyê jinan ve hat ziyaretkirin.    Ji bo yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd Pelîn Zozan ku li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li bajarê wê Wanê şîn hat danîn. Li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê gelek kes tevli şîna ku ji aliyê malbatê ve li mala wî hat lidarxistin bûn.    Jinên ji Wan, Amed, Êlih û Sêrtê jî di nav de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê  Xizmên xwe Wenda kirine (MEBYA-DER) serdana şîna Pelîn Zozan kirin.