Jİ Heyeta Îmraliyê derbarê lijneyan de hevdîtin 2026-10-03 14:07:31   ENQERE - Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz re civiyan. Di civînê de xebatên Desteya Şopandin û Nirxandinê û Desteyên Jêr hatin nirxandin.   Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Desteya Şopandin û Nirxandinê bi Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin nêzî seateke û nîv dom kir. Di civînê de xebatên desteyê û Desteyên Jêr hatin nirxandin. Her wiha endamên heyeta DEM Partiyê yên Îmraliyê hem têkildarî xebatên desteyê agahî wergirtin û hem jî pêşniyar û fikrên xwe pêşkeş kirin.