Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê wê serdana wezîran bike 2026-03-03 18:59:29   NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibê serdana Wezîrê Dadê Akin Gurlek û Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî bike.   Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mithat Sancar û parêzerê Buruya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol pêk tê dê sibe seat di 13.00'an de serdana Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî û seat di 14.00a'n de jî serdana Wezîrê Dadê Akin Gurlek bike. Heyet dê piştî hevdîtina Akin Gurlek daxuyaniyê bide.