Di kenê wê de şoreş, di jiyanê de heqîqet hebû: Lemya Ardil 2026-10-30 09:04:38   Evîn Çîftçî   RIHA - Dayika Lemya Ardil a li Garê jiyana xwe ji dest da, Kudret Şîmşek wiha got: “Hemû şehîd zarokên min in. Çi were serê min jî ez li pişta keça xwe me. Berê jî me têkoşîna xwe diparast îro jî em diparêzin. Şehîdên me di dilên me de dijîn.”   Lemya Ardil (Fadîme Şîmşek) li Pirsûs a Rihayê hat dinê û ji ber zextên dewletê bi malbata xwe re koçî metropolên Tirkiyeyê dike. Lemya  Ardil ku di temenê biçûk de têkoşînê nas dike, lêpirsînan mezin dike û di jiyana perwerdehiyê de xwe dide der. Ji ber zextên dibîne ji dibistanê dûr dikeve.   Lemya Ardil dema li Antalyayê zanîngehê dixwîne, di xebatên ciwanan de cih digire, di 2014’an de tevli gerîla dibe. Lemya Ardil di 16’ê Çileyê ya 2019’an de li Garê jiyana xwe ji dest dide.   Dayika Lemya Ardil, Kudret Şîmşek ji ajansa me re axivî.   Zext, girtin, surgun…   Kudret Şîmşek da zanîn ku jiyana wan bi zext û surgunê derbas bûye û wiha got: “Çar zarokên min hene. Du keç û du kur. Zarokên min biçûk bûn hevjînê min hat girtin. Ji girtîgehê derket, rewşa me ya aborî nebaş bû. Me bar kir Dîlokê.  Zarokên min biçûk bûn. Bavê wan ajokar bû. Carnan diçû bi hefteyan nedihat. Piştre me bar kir Îzmîrê. Em 5-6 salan li wir man û em dîsa vegeriyan Rihayê.”     Li dijî nîjadperestiyê serhildan   Kudret Şîmşek bi lêv kir ku keça wê Lemya Ardil her tim bi zor û zehmetiyan re hatiye rû hev û got: “Lemya li Îzmîrê diçû dibistanê. Wê demê serok hat girtin. Roja hat girtin keça min çû dibistanê. Li dibistanê xwendekar gotinan dibêjin heqeret dikin. Wê jî bi wan re nîqaş kiribû. Hat malê her tişt got. Li dibistanê her tim heqeret û tundî dihat kirin.”     ‘Ji xwendinê hez dikir’   Kudret Şîmşek bal bir ser aliyê Lemya yê xwendinê û wiha dirêjî dayê: “Lemya ji xwendinê hez dikir. Dolap tije pirtûk bûn. Rojekê pirtûka Sakîne Cansiz da min. Min ji bo wê ew pirtûk xwend qedand. Piştre pirtûka Edulê û Derwêş anî. Me bi hev re xwend. Ji heval, ciran û xizmên xwe hez dikir. Têkiliyên wê xurt bûn. Jîr bû, tu car xwe nedida alî. Nediwestiya, kar ew kêfxweş dikir. Ji parvekirinê hez dikir. Ew bi parvekirinê kêfxweş dibû.”   ‘Şehadetan bandor lê dikir’   Kudret Şîmşek axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji xizmên me yên tevli têkoşînê bibû gelek bi bandor bibû. Apê wê di 1992’yan de tevli bibû û şehîd ketibû. Her tim wê dipirsî. Wê demê biçûk bû. Ji malbatê şehadetan bandor li wê dikir. Li dibistanê tevli xebatên ciwanan bû. Ewil li Çankiriyê zanîngeh dixwend. Piştre derbasî Antalyayê bû. Dema çû Antalyayê komkujiya Roboskê çêbû. Çalakî kiribûn, polîsan êrîşê wan kiribû.”   ‘Ez doza keça xwe diparêzim’   Kudret Şîmşek da zanîn ew her tim doza keça xwe diparêze û wiha dawî lê anî: “Ez her tim li pişta keça xwe me. Em bi hêviya ku keça xwe di televîzyonê de bibînin dipayîn. Me agahiya şehadeta wê girt. Ez her tim doza keça xwe diparêzim. Çi bibe jî ez li pişta keça xwe me. Berê jî me têkoşîna xwe diparast îro jî em diparêzin. Şehîdên me di dilên me de dijîn.”