Li Licê keda kolektîf aboriya jinê ava dike 2026-10-22 09:09:06   Semra Turan    AMED - Li Licê  beniyên bi piştevanî û kedek kolektîf tên amadekirin, piştgiriyê didin  aboriya jinan. Jin diyar dikin ku piştevanî hêz û moral dide wan.   Li navçeya Licê ya Amedê Meclîsa Jinan a Dem Partiyê, Kooperatîfa Jinan a Licê û şaredarî bi hevkarî beniyan çêdikin û aboriya komun a jinan xurt dikin. Beniyên bi ked û piştevaniya kolektîf a jinan tên çêkirin, piştre tên firotin û bi vî pereyî li navçeyê piştgiriya jinên hewcedariya wan heye tê kirin.     Ked û piştevaniya kolektîf   Jin gûz û tirî bi salan e ji derve peyda dikin û li navçeyê beniyan çêdikin û  ji bo jinên xwedî hewcedariya wan heye piştevaniyê ava dikin. Jinên ku berê ji bo xwe çêdikirin di salên dawî de ev veguhertin faliyeta pitşevaniya ji bo jinên xwedî hewcedarî.     Jinên ku ev hefteyeke beniyan çêdikin, diyar dikin ku piştevanî moral û hêzê dide wan.     Girîngiya piştevaniyê   Gulten Gulen bi xebata ku dimeşîne, çêkirina beniyan vegot. Gulten Gulen da zanîn ku ew ji ber piştevaniyeke wisa ya li navçeyê kêfxweşin û got divê xebatên wisa yên ji bo jinan bên zêdekirin, hilberîn bê zêdekirin û piştgiriya ji bo jinan bê kirin.     Benî çawa tên çêkirin?   Jin guzên ku dişkînin qinên wan derbasî ben dikin. Tirî jî dikin turikan, di esirînin jê şîreyê peyda dikin. Sibehê zû şîre di beroşan de tê pijandin û ard li nav vê şîreyê tê kirin. Piştre beniyên ji qinên guzan ku hatine çêkirin li nav şîreya ku xwe girtiye dadikin. Beniyên tên çêkirin tên hişkirin û rakirin.