Qada merasîm lê pêk hat 2026-05-22 09:04:35   "Abdullah Ocalan ku seranserê dîrokê pênasekirina jiyana azad kir, diyar dike ku jiyaneke ne azad nikare bê qebûlkirin. Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokrtîk de, di têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd ku wek ‘şînkirina textê hişk’ îfade dike, estetîkê di vê veguhertinê de dike qonaxa sereke."   Dîcle Muftuoglu   Her rîtuela hem ji aliyê dewlet hem ji aliyê civakan ve pêk tê, ne tenê çalakiyên gotin an jî aktîvîteyan e.  Teşe û dîroka wê bi qada ku lê tê kirin û kesên pêşengiya wê dikin an jî gelek peyamên dîrokî dihewînin. Di vê merasîmeke ku tevger di niha de li dîrokê digere û hêza xwe ji wê digire de ji vê rewşê serbixwe nîne. Şikefta Casenê ku bi zanebûn hat tercihkirin, qadke ku peyamên dîrokî dihewîne ye. Dema mirov ji bajar berbi qadê ve diçin dîmena ku me pêşwazî dike, bgedena jineke ku xwe dirêj kiriye bibîr dixe û gotinên ku wek ‘çiyayê Xwedavendê’ tê binavkirin jî hene. Ev tevgera ku nîv sedsal e ji têkoşîna azadiya kurd re  pêşengiyê dike, wek çiyayê ku cihê berxwedanê de kiriye ‘war’, veguherîna xwe ji çiyayan daye destpêkirin û li hemû qadan belav kiriye. Di pêvajoya dîrokî de, beriya PKK’ê, yek ji kesên berxwedêr Şex Mahmud Berzendî di 1923’an de  ji ber êrîşên Îngîlîzan, Şikefta Casenê wek biryargeh bi kar aniye. Bi vê tercîhê re têkoşîna Kurdan a sedsal bezandiye, peyam ji yên din hemû re şandiye û têkoşîna wan vegotiye. Ev cih wê demê wek matba neyê bikaranîn jî seranserê dîroka azadiya Kurd de  li ser girîngiya nivîsandinê sekiniye.   Estetîka merasîmê   Merasîma îmhakirina çekan, bi hemû alî demeke taybet ya hatibû fikirîn bû. Têkoşîna 51 sal, mehek û hefteyekê berdewam kir, ket asteke din û ev veguherî organîzasyoneke estetîk ya afirandina bedewbûnê. Tevgereke ku hebûna gelê Kurd li cîhanê îspat kir, di têkoşîna zadiyê de gihişt qonaxeke nû û vegotina rakirina ji holê a çekan, ne tenê bi gotinê bi çalakiyekê danî holê. Di merasîmê de derketina pêş a vê estetîkê, ji ber ku Tevgera Azadiya Kurd û rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim etîk û estetîk xistibû esasa têkoşîna xwe bû. Abdullah Ocalan dibêje ‘etîk hişmendî û ahlaqê azadiyê ye, estetîk jî di esasa hişmendiyê de ava dibe.”   Abdullah Ocalan ku seranserê dîrokê pênasekirina jiyana azad kir, diyar dike ku jiyaneke ne azad nikare bê qebûlkirin. Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokrtîk de, di têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd ku wek ‘şînkirina textê hişk’ îfade dike, estetîkê di vê veguhertinê de dike quncikA sereke.   Nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, rojnameger, dayikên Aştiyê ku piştî rêwitiya 24 saetan xwe gîhandin vê qadê, cihê xwe girtin. Li vê şikefta ku wek matbaya ewil a dîroka Kurdistanê hat avakirin, 30 gerîlayên ku wek Koma Aştî û Civaka Demokratîk  dihat binavkirin ji jor ve ber bi jêr bi herikîneke bi heybet ketin qadê.   Bi pêşengiya Besê Hozat 30 gerîla wek koreografiyeke reqsê bi çek û rextên xwe li sahneyê cihê xwe girtin.Pêşengên veguhertinê, bi dîsîplîn li benda temambûna daxuyaniyê man. Bi temambûna daxuyaniyê re,wek hatina xwe bi heman dîsîplîn û zelalbûnê meşiyan û çek û rextên xwe yek bi yek xistin çanaxa ji bo îmhakirina çekan hatiye amadekirin. (Rapora Tespît û Şopandina Merasîma Îmhakirin Çekan a 11’ê Tîrmeha 2025’an a OHD û ÎHD’ê). Çek teslîmê rayedarên Hikûmeta Federal a Kurdistanê û peywirdarên MÎT’ê ku wek çavdêr hatibûn, nehat kirin û bi vê re mînakek ji yên din yên cîhanê cudatir bû.   Li ser îradeya azad hat sekinandin   Her çalakiya pêk hat her gava hat avêtin îfadeya îradeyê bû. Bidawîkiria şerê 51 salî, dset ji têkşîna çekdarî berdan, riya siyaseta demorkatîk vekirin bi tena serê xwe îradeyek mezin dihewand.Ji bo pêvajo di zemîneke demokratîk û siyasî de pêş bikeve, yek ji gava girîng Koma Aştî û Civaka Demokratîk avêt û di daxuyaniya ku da de wiha got:   “Li dijî êrişên bi armanca tunekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cûda û ji herêmên cûda em komeke ji jin û mêrên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn. Eger îro em li vir amade ne ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dîsa hatina me a vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê. Eger îro em li vir amad ne ev ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyayê ye. Ji niha û pê ve wê têkoşîna me a azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike.Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin.”   Di merasîma ku veguherî nîşaneya girêdayîna bi paradîgma û banga Abdullah Ocalan de îfadeya ‘em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin’ derket pêş.30 gerîlayê ku beşek ji gerîlayên ku jiyana xwe dan ser têkoşîna azadiya gel, çekên xwe îmha kirin.   Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi ‘bi agir îmha û vejîna nû’ bê weşandin.   Ev nivîs ji hejmar a37’an a mijara dosya ‘jin û aştî’ ya Kovara Jîneolojiyê  hatiye girtin.