Gihaştina asta sîstematîk a têkoşîna azadiya jinê 2025-08-22 09:03:43   "Hedefa me pir mezin e. Em dixwazin dema xwe veguherin serdema şoreşa jinê. Ev ne utopya ye. Derfetek dîrokî ya ku îhtîmala wê ya pêk hatinê heye gelek mezin e. Lê ev bixwe pêk nayê, em dizanin ku ji bo ev pêk bê divê em xwe pêş bixînin. Baweriya me ya bi hêza me tam e.  Tenê bila em bizanibin ku divê em mîlîtaniya jinan a azad pêş bixînin. Riya rê şoreşgeriyê jî Konfederalîzma Demokratîk a cîhanê ya jinan in."   Çîçek Solmaz   Di her serdemê de ji bo guherînên baş ên civakî hewce bi formên watedar û pêşengiyê dikin heye. Ev şoreş bi tena serê xwe guhertînan pêk nayne. Di vir de ya esas û ferz pergala alternatîf a bi modernîteyê re heye. Yanî şoreş bi guherînên watedar ên bi pergalên alternatîf û guherînên mayînde pêkan e. Li dijî krîza serdest ji bo encamek bê girtin divê têkoşînek sîstemîk bê meşandin. Avakirina pergala alternatîf jî,  zîhiniyetek azad, demokratîk û rêxistibûnan ferz dike.   Dema em vê tespîtê li gorî şoreşa jinê pêk bînin, pirsa pergala alternatîf derdikeve pêşberî me. Yanî ji bo pêkanîna şoreşa jinê hewce bi formên çawa hene? Di alî azadiya jinê de xwedî wateyeke têkoşîna sîstematîk a çawa ye? An jî em  pirsê ji berovajî formule bikin: hegemonya global ji ber ji krîza pergalê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, lêgerînekê didomîne. Di sedsala 21’ê de têkoşîna jinê ji bo kaosê ji holê rabike derfet e?   Tevgerên jinan yên serdema modern di esasa ‘ji yekbûnê hêz dertê holê, têkoşîna xwe ji asta herêmî netewî derxist û gihihand asta navneteweyî. Di asta neteweyî de yekitî, federasyon, sendîka û di asta navneteweyî de konferans, kongre û yekitî temam kir. Ligel vê tecrubeya têkoşîna hevpar bi xwe re zor û zehmetî jî anîn. Armanca me di vir de ne nîqaşkirina kêliyan e. Lê di roja îro de em dixwazin balê bikşîne ser asta têkoşîna jinan a gihiştiye navneteweyî. Bi sedan rêxitsinên jinan di koferansên herêmî û navneteweyî de biryarên hevpar girtin. Lê di alî pêkanîna biryar û pêkanîna koordînasyonan de pirsgirêkên cîdî dertên holê. Parçebûn, jihev qûtbûn, kêmasiya piştevaniyê. Gelek pirsgirêk hîna nehatine çareserkirin. Em dibînin ku rêxistinên heyî hewcedarî û derfetên serdemê nayne cih.    Di roja îro de ev pirsgirêk, ji aliyê tevger, rêxistin, aktîvîst û akademisyenên jin tê nîqaşkirin, lêgerîna çareseriyê tê pêşxistin, manîfestoyên cuda tên parvekirin. Bi rastî jî di îro nîqaşkirin, tespîtkirina pirsgirêkan, rakirina asteniyan gelek girîng e. Ligel pêşxistina van analîzan, ya herî girîng ev e ku divê em di asta kolektîf de bimeşînin. Lê yekane hewcedariyên me ne tespîtkirina pirsgirêkan e. Ya esas pêşxistina riyên çareseriyê ne û kevirên vê rê bi awayekî kolektîf bên hûnandinê ne. Di vir de tişta em ji kolektîvîzmê fêm dikin, derxistina holê ya hêza çareseriyê ya jinê ye.   Em wek tevgera azadiya jinên Kudistanê ne tenê li welatê xwe, rewşa têkoşîna jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê dişopînin û dinirxînin. Ji têkoşîna jinên li her derê cîhanê em hêz û morelek bi heybet digirin û her êrîşa serdest a mêr a li dijî jinan pêk tê, hêrs û îdiaya me ya têkoşînê mezin dike. Em bi asta îdeolojîk, rêxistibûn û parastina cewherî ji bo zor û zehmetiyên ku têkoşîna wekhevî û azadiya jinê dijîn, çareser bikin, xwe xwedî berpirsyarî dibînin.   Hedefa me pir mezin e. Em dixwazin dema xwe veguherin serdema şoreşa jinê. Ev ne utopya ye. Derfetek dîrokî ya ku îhtîmala wê ya pêk hatinê heye gelek mezin e. Lê ev bixwe pêk nayê, em dizanin ku ji bo ev pêk bê divê em xwe pêş bixînin. Baweriya me ya bi hêza me tam e.  Tenê bila em bizanibin ku divê em mîlîtaniya jinan a azad pêş bixînin. Riya rê şoreşgeriyê jî Konfederalîzma Demokratîk a cîhanê ya jinan in.   Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘konfederalîzma demokratîk’ wê bê weşandin.   Ev nivîs ji hejmara 32’yemîn a mijara dosyaya ‘konfederalîzma jinê’ ya kovara jîneolojiyê hatiye girtin.