YPJ û Entegrasyona Demokratîk 2026-05-19 09:05:18           "Niha YPJ ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve wekî hêzek leşkerî nayê qebûlkirin. Di civîna navbera Fermandariya Giştî ya YPJ û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Kasra de ku hat lidarxisitn li ser ka YPJ çawa dikare di nav Wezareta Parastinê de were entegrekirin niqaş hatiye kirin. Di civînê de pêşnûmeyek ji wezîrê Parastinê re hat pêşkeşkirin, lê heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Wezareta Parastinê dixwaze ku YPJ tevlî Hêzên Hûndirîn bibe. Lê YPJ dibêje ew dixwaze wekî hêzek di nava artêşê de cîh bigre, ne wekî Asayîş."   Jiyan Gencan   Sûriyeyê piştî salan ji şer û perçebûnê dikeve qonaxek nû ya siyasî. Di vê pêvajoyê de mijara entegrasyona demokratîk û daxwaza Kurdan ji bo maf û nasnameyê bûye yek ji faktorên herî diyarker ên pêşeroja welat. Bêyî qebûlkirina pirrengî û wekheviyê, çareseriya domdar a Sûriyeyê zehmet xuya dike.   Sûriye hêdî hêdî dikeve qonaxek nû ya siyasî. Mijara “Entegrasyona demokratîk” bûye yek ji herî girîngtirîn mijarên ku pêşeroja welat diyar dike ye. Lê ev entegrasyon ne tenê mijarek  teknîkî an rêveberî ye; ew ceribandineke mezin e ji bo ku hemû gel, netewe û komên civakî yên li Sûriyeyê dikarin di çarçoveya welatekî yekgirtî de bi maf, wekhevî û azadî bijîn an na.   Di nav van koman de, rewşa Kurdan taybetmendiyeke girîng e. Kurdan di salên dawî de ne tenê wek hêzeke leşkerî li dijî DAÎŞ’ê derketin pêş, gelê Kurd bû mînaka modela rêveberiya herêmî û rêveberiya sivîl.   Şam Çima Şertên entegrasyona demokratîk qebûl nake?   Hikumeta Şamê hêj bi awayekî eşkere nikare şert û mercên entegrasyoneke demokratîk qebûl bike. Ev nêzbûn ji aliyê gel ve bêbaweriyek mezin ava dike. Gelê Kurd bawer dike ku her projeya bê garantiyên destûrî dikare careke din bibe amûreke ji bo vegerandina siyasetên inkarkirin û zordariyê.   Aloziya ku Şam derdixe ne tenê bi mijara siyasî sînordar e. Di warê ewlehiyê, rêveberiyê, perwerdehiyê û heta hebûn û nasnameya YPJ’ê de jî pirsgirêkên mezin hene. Ji aliyekî din ve, hêzên derve yên wek Tirkiye, Îran, Rûsya û Amerîka jî her yek li gorî berjewendiyên xwe bandorê li ser vê pêvajoyê dikin û ev yek gelek caran rê li ber çareseriya navxweyî digire.   Entegrekirina YPJ'ê   Mijara YPJ’ê bûye yek ji wan xalên ku nîqaşên berfireh li ser tên kirine. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di şerê li dijî DAÎŞ’ê de ne tenê wek hêzeke leşkerî derket pêş, wek sembola berxwedana jinan, azadî û beşdarbûna jinan di nava artêşê de cih girt. Her wiha di jiyana siyasî û civakî de YPJ hat nasîn.   Niha YPJ ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve wekî hêzek leşkerî nayê qebûlkirin. Di civîna navbera Fermandariya Giştî ya YPJ û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Kasra de ku hat lidarxisitn li ser ka YPJ çawa dikare di nav Wezareta Parastinê de were entegrekirin niqaş hatiye kirin. Di civînê de pêşnûmeyek ji wezîrê Parastinê re hat pêşkeşkirin, lê heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Wezareta Parastinê dixwaze ku YPJ tevlî Hêzên Hûndirîn bibe. Lê YPJ dibêje ew dixwaze wekî hêzek di nava artêşê de cîh bigre, ne wekî Asayîş.   Ji bo Şamê, hebûna hêzeke serbixwe ya leşkerî li derveyî kontrola dewletê metirsiyek e. Lê gelê Kurd û gelên li herêmê bawer dikin ku hebûna YPJ'ê ne tenê mijareke ewlehiyê ye, di heman demê de garantiyeke ji bo parastina maf û hebûna wê ye.   Çareserî Li Ku ye?   Her çiqas şert û merc dijwar bin jî rastî zelal e: çareseriya rastîn a Sûriyê nikare bêyî qebûlkirina pir rengî û mafên hemû gelan pêk were. Ger Hikumeta Şamê bixwaze welatekî aram û yekgirtî ava bike, divê ji siyasetên navendperest û zihniyeta “yek netewe, yek nasname” dûr bikeve. Her wiha, divê rêvebriya heremî ji bo xwe wek metirsî nebîne.   Di encamê de, pirsa Sûriyeyê û lêgerîna Kurdan ji bo maf û nasnameyê ne tenê mijareke demkî ye, bingehê pêşeroja siyasî ya tevahî herêmê ye. Entegrasyona demokratîk, ger bi rastî bê armanckirin, divê li ser bingeha wekhevî, nasnameya pir reng û beşdarbûna hemû gelan bê avakirin.   Kurdan di van salên dawî de bi awayekî zelal nîşan dan ku ew ne tenê daxwaza mafê xwe dikin, kurd bûn pêşengê avakirinek Sûriyek demokratîk ku hemû gelan di nava xwe de dihewîne.   Ji ber vê yekê, pêvajoya aştiyê û çareseriyê divê li ser bingeha danûstandina rastîn, qebûlkirina hemû pêkhateyên herêmê be. Tenê bi vî awayî  Suriye dikare ji alozî û krîza navxweyî derkeve û pêşerojek aram û demokratîk ava bike.