DMME'yê derbarê biryara Ayla Akat Ata de Tirkiye mahkûm kir 2026-05-13 10:47:13   NAVENDA NÛÇEYAN -DMME'yê biryar da ku girtina Ayla Akat Ata a di sala 2016'an de bi hinceta çalakiyên siyasî dijqanûnî dît. Dadgehê diyar kir ku "gumanên maqûl" li dijî Ayla Akat Ata tune ne û Tirkiye ji ber binpêkirina azadiya kesane û azadiya ramanê mehkûm kir.   Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, di sala 2016'an de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hate girtin û di sala 2017'an de hate berdan. Piştre wê doza xwe bir DMMEyê ku niha Tirkiye sûcdar dîtiye.   Di biryara xwe ya li ser Ayla Akat Ata de, DMMEyê diyar kir ku girtina wê di sala 2016'an de bi tohmeta "avakirin an rêvebirina rêxistinekê" neqanûnî ye. Dadgehê dît ku Tirkiyeyê bendên 5 û 10 yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpê kiriye.   Çalakiyên siyasî wekî delîlên Sûc têne Hesabkirin   BDadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe de diyar kir ku sûcdariyên li dijî Ayla Akat Ata li ser bingeha çalakiyên wê yên siyasî di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), beşdarbûna wê di civînan de, axaftinên wê û postên wê yên medyaya dîjîtal hatine kirin. Dadgehê destnîşan kir ku ev çalakî bi giranî siyasî neû tekez kir ku axaftin û çalakiyên demokratîk ên ku bangên tundûtûjiyê tê de nînin, nikarin wekî bingehek ji bo sûcdariya "rêberiya rêxistinekê" werin bi karanîn.   'Gumaneke maqûl tune ye'   DMME'yê diyar kir ku şerta "gumaneke maqûl" a ku ji bo girtina Ayla Akat Ata pêwîst e, bi delîlên berbiçav nayê destnîşankirin. Biryar nîşan da ku dadgehên herêmî nekaribûne têkiliyek zelal di navbera daxuyaniyên Ayla Akat Ata û sûcê îdiakirî de destnîşan bikin, tenê daxuyaniyên wê yên siyasî û beşdarbûna wê di civînan de diyar kirine. Ji ber vê yekê, Dadgehê biryar da ku Xala 5/1 a DMME, ku mafê azadî û ewlehiyê bi rêk û pêk dike, hatiye binpêkirin.   Berdewamiya Girtinê ne di cih de hat dîtin   Dadgehê diyar kir ku biryarên derbarê berdewamiya girtina Ayla Akat Ata de, ku nêzîkî şeş mehan dom kir, jî bê bingehên têkildar û têrker bûn. Li gorî DMME'yê, xetera revîn an destwerdana delîlan nehatiye nîşandan û ne jî hatiye ravekirin ka çima tedbîrên kêmtir hişk, wekî şertê kontrola edlî, dê ne bes bin. Ji ber vê yekê, biryar hat dayîn ku Xala 5/3 ya DMMEyê jî hatiye binpêkirin.   Binpêkirina azadiya ramanê   DMME'yê destnîşan kir ku girtina Ayla Akat Ata ji ber axaftin û daxuyaniyên wê yên siyasî bû û anî ziman ku ev yek destwerdanek li azadiya ramanê ye. Dadgehê diyar kir ku girtina neqanûnî nikare wekî sînordarkirinek rewa ya azadiya ramanê were hesibandin û biryar da ku Xala 10 ya DMMEyê hatiye binpêkirin.   9,000 Euro tazmînat   DMME'yê ferman da Tirkiyeye bi tevahî 9,000 Euro bide Ayla Akata ku ji 8,000 Euro zirarên ne-madî û 1,000 Euro jî lêçûnên qanûnî ne.