Di doza Gulîstan Doku de 6 kesên din hatin girtin 2026-04-18 09:24:16   DÊRSIM - Di çarçoveya dosyeya Gulîstan Doku de ji 13 kesan 6 kesên din jî hatin girtin.   Di lêpirsîna Gulîstan Doku de duh îfadeyên gumanbar Celal Altaş, Nurşen Arikan, Ferhat Guven,Cemîle Yucer bi daxwaza girtinê û gumanbar Ugurcan Açikgoz jî bi dazwaza serbestberdana kontrola edlî sewki dadgehê hatin kirin.   Dadgehê derbarê Celal Altaş, Nurşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer, Engîn Yucer û Zaînal Abakarov de biryara girtinê da.   Ji xeynî kiryar Engîn Yucer, 5 kiryarên dinê şandin girtîgehê.   Dema ku kiryar derxistin bibin girtîgehê girseya ku li ber edliyê bû xwestin êrîşi wan bikin, lê belê polîsan destûr neda. Girse berê xwe da kiryaran û got, “Tuncay Sonel nikare we xilas bike. Hûnê hemû hesab bidin. Hün qetîl in.”   Kiryarên ku hîn li edliyê ne îfadeyên wan berdewam dike.