Derbarê lêpirsîna rojnameger Oznûr Deger de biryara neşopandinê 2026-02-20 16:00:06   WAN - Ji ber ku Oznûr Deger di meşa li dijî êrişên li ser Rojava de, wêneyê polîsê ku êrişî gel kiribû girtibû derheqê wê de lepirsîn hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku Dozgeriya Komarê ya Wanê debarê dosyayê de biryara neşopandinê daye.   Derbarê Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger de, di 29'ê Çileya 2026'an de li Wanê di meşa li dijî êrişên li ser Rojava de, wêneyên polîsê ku êrişî gel kiribû, girtibû di 3'ê Sibatê de bi îdiaya “bi awayekî eşkere gel teşwîqî kîn û dijminatiyê dike” lêpirsîn hatibû destpêkirin.   Dozgeriya Komarê ya Wanê, piştî nirxandinê, bi tespîta “Ji bo sûc çêbibe divê şertên xetereya şênber û nêzîk pêk werin û hêmanên qanûnî yên sûcê pêk nehatine” biryara neşopandinê da.