ROJEVA 04'Ê COTMEHA 2026'AN
- 09:00 4 Cotmeh 2026
- Rojev
* Hat hînbûn ku li Wanê kesên ku gotine ew ji aliyê Midûriyeta Wanê ve û polîs in, li malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane geriyane, gazî îfadeyê hatine kirin û di hevdîtinên li emniyetê de sîxurî li malbatan hatiye ferzkirin. BI DÎMEN
* Jinan diyar kirin ku betalkirina nefeqeya ‘bêdem’ a ji aliyê DDB’ê ve wê jinan di alî civakî de bê ewle bihêle û gotin wê têkoşîna xwe li dijî vê bidomînin. BI DÎMEN
* Oyku Dîlara Keskîn ku rojnameger û kedkara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel vegot, da zanîn ku wê di salên DÎHA’yê de Nagîhan nas kiriye û got: “Nagîhan bi kêf, berxwedêrî û felsefeya xwe rê da ber nûçegîhaniya jinê. Hevala Nagîhan tenê nûçe çênedikir. Mîlîtanî nîşanê me da. Mezinkirina mîrateya Jineolojiyê ya hiştiye berpirsyariya me hemûyane.” BI DÎMEN
*Esengul Demîrden ya li Qaxizmanê dikana wê ya dirûnvaniyê heye, bi bihayên zêde karê xwe didomîne. Esengul Demîrden da zanîn ku ew dixwaza atolyeya xwe mezin bike û derfeta kar bide jinên ciwan. BI DÎMEN







