Dosyaya Gulîstan Doku: Tuncaya Sonel 'tora têkiliyên tarî' ava kir

  • 14:38 28 Tîrmeh 2026
  • Hiqûq
AMED- Ji kesên ku navên wan di dosyeya Gülistan Doku de derbas dibin Tuncay Sonel, Gokhan Ertok û Şukru  Eroglu yên girtî bi tawanbariyên cuda ji nû ve hatin binçavkirin û  dîsa hatin girtin. Dozgeriyê diyar ki ku her sê kesên navê wan di dosyayê de derbas dibe hêza gelemperî ji bo berjewendiya xwe yên kesane bi kar anîne û di çarçoveya "toreke têkiliyan a tarî" de wekî hevkarên sûc tevgeriyane.
 
Waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, ligel Gokhan Ertok û Şukru Eroglu ku têkildarî dosyaya Gülistan Doku, careke din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erzurumê ve hatin binçavkirin. Piştî karûbarên wan ên li emniyetê, re sewqî Dadgeriya  Nobedar a Sulhê ya Erzurumê kirin. Di dema lêpirsînê de derket holê ku tu kesî ji wan tawanbarî  qebûl nekirine.
 
'Polîsê ku pê re xebitî bû nas nekir'
 
Tuncay Sonel derbarê ji bo polîsê berê û endamê çeteyeke sûcên sîber ku Tuncay Sonel karta SIM'ê ya Gulistan Doku dabû wî, pere pê re guhertibû û karên dîjîtal dabûyê Gokhan Ertok xwe wekî kesekî ku wî nas nake nîşan da û îdia kir ku wî bawer kiriye ku Gokhan Ertok bi awayekî fermî tevdigere. Sonel got: "Derbarê wî de, min tenê xwest ku xwediyên du hesabên medyaya civakî yên ku heqaret li min kiribûn, werin tespîtkirin. Tu daxwazên min ên din tune bûn. Em ji malbateke dewlemend in; gava pêwîstî çêdibû, min carinan pereyê berîka xwe jê re dişand. Kesê bi navê Gokhan bi lîstikekê ez xapandim. Ji ber vê yekê min giliyê wî kir. Ez bûyerên dawî bi xemgînî dişopînim. Ne ez û ne jî malbata min tu têkiliya me bi tu tiştên bi vî rengî re nîne. Ez tawanbariyên ku li dijî min hatine kirin qebûl nakim. Ez daxwaz dikim ku heta dema dadgehkirinê serbest bêm berdan." Parêzerên wî jî daxwaza serbestberdana wî ya heta dema dadgehkirinê kirin.
 
'Walî car caran  perey lêçûna berîkê dişand'
 
Şükrü Eroğlu got: "Ez wê tawanbariya ku li dijî min hatiye kirin qebûl nakim. Ew pereyên ku ji hesabê min hatine veguhestin, li ser fermana Waliyê bi navê Tuncay Sonel hatibûn şandin. Ez nizanim ew pere ji bo çi armancê hatine şandin. GOkhan Ertok rêveberiya hesabên medyaya civakî ya Walî dikir û hewl dida ku asta tevlêbûnê zêde bike; ji ber vê yekê, WalÎ carinan pereyê lêçûnaberîkê jê re dişand. Wî ev pere bi rêya min dişand. Derbarê wan îdiayan de tu agahiya min tune ye."
 
Delîl hatin paşguhkirin
 
Gökhan Ertok di îfadeya xwe de delîlên heyî paşguh kirin û got: "Ez wê tawanbariya ku li dijî min hatiye kirin qebûl nakim. Min êrîşî kesî nekir. Min wêneyê kesî nekişand. Ev rewşeke bi temamî çêkirî ye; min ew li ser bingeha senaryoyeke derewîn ava kir. Ev senaryo ye."
 
Daxwaza girtinê
 
Piştî wergirtina îfadeyên gumanbaran û parêzerên wan, dozger dosya şand dadgehê. Dozgeriyê ev tişt ragihandin:
 
"Di encama lêkolînên pêşîn ên teknolojiya agahdariyê (IT) yên pisporî û operasyonên vegerandina daneyên sîberî yên li ser cîhazên gumanbar Tuncay Sonel, hin encamên sûc ên berbiçav hatine bidestxistin; ev encam ku di destpêkê de wekî 'delîlên tesadufî' yên potansiyel dihatin dîtin ji bo lêpirsînê girîng in, ji ber ku rastiya delîlan û niyetên gumanbaran piştrast dikin. Lêkolîna li ser peyam û talîmatên di navbera gumanbar Tuncay Sonel û gumanbar Gokhan Ertok de, derxistin holê ku toreke têkiliyan a tarî hatiye avakirin; vê torê hêza gelemperî wekî amûrekê bi kar aniye û bi temamî li dijî qanûnan tevgeriyaye. Bi awayekî yasayî û li gorî wijdanê, ev encam derket holê ku gumanbar Gokhan Ertok û Şukru Eroglu sînorên rêziknameyên yasayî û erkên xwe yên giştî bi temamî derbas kirine; ew li derveyî hiyerarşiya giştî wekî saziyeke serbixwe tevgeriyane, bi pratîkî xizmeta armancên kesane û neqanûnî yên gumanbar Tuncay Sonel kirine, û di çarçoveya vê tora tarî de bi hevkarî tevgeriyane û kontrola hevpar li ser kiryarên sûcdarane pêk anîne, bi vî awayî wekî hevkarên sûc hatine dîtin."
 
Piştre, dadgeha têkildar biryara girtina her sê gumanbaran da.