‘Ji bo aştiyê divê gavên pêwist bên avêtin’
- 09:04 25 Tîrmeh 2026
- Rojane
Berîtan Tunç
ÎZMÎR-Akademîsyena aştiyê Yasemîn Ozgun, da zanîn ku banga Aştî û Civaka Demokrtîk ji bo hemû Rojhilata Navîn perspektîfa çareseriya demokratîk pêşkêş dike û got aştiyeke mayînde bi gavên şênber pêkan e.
Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde, der barê zemîna siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê de bendewarî didomin. Nîqaşên der barê avêtina gavên mayînde didomin.
Endama Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye û akademîsyena aştiyê Yasemîn Ozgun der barê pêvajoyê de axivî.
Yasemîn Ozgun balkişand ser encamên pêvajoyê yên di alî herêmî û têkiliyên siyasî dertên holê û got dema Kurdên li her çar alî li ber çavan bên girtin, tê dîtin ku şerê bi Kurdan re ne Tirkiye ne jî welatên din yên herêmê dixwazin û wiha got: “Piştî berxwedana li Rojava şûnde hebûna Kurdan a li her çar alî hem wek tehîd tê dîtin hem jî ger lihevkirin bê kirin potansiyela hêzê tê dîtin. Ji ber vê jî ev hincetên jeopolîtîk hem ji bo avakirina aştiyê hem jî ji bo pêvajoyê rolek girîng dilîze. Qe nebe di alî Tirkiyeyê de. Tirkiyeyê dît ku nikare di pozîsyona xurt de bisekine, hewce bi pêvajoyeke aştiyê ya wisa dît.”
‘Aştî di her şertî de girîng û bi nirx e’
Yasemîn Ozgun bi lêv kir ku aştî di her şert û mercî de girîng û bi nirx e û got: “Gelek girîng e ku canê kesî neşewite. Ji ber vê jî hincet çi dibe bila bibe pêkhatina aştiyê daxwaza her kesî ye. Ez bi rehetî dikarim bêjim ku yên bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin jin û parêzvanên mafê mirovan e. Bê guman kêmasî, şaşî hene. Hêvî her tim girîng e.”
‘Bangek girîng û pêwist e’
Yasemîn Ozgun Banga Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û ev tişt anî ziman: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn pêwist e. Ev bang xwedî potansiyela ku pisgirêkan çareser bike û gel di nav aştiyê de bijî ye. Bê guman pergala kapîtalîst hebûna xwe didomîne. Têkoşîna gelan, jinan û ekolojîk jî hebûna xwe diparêze. Lê fikra Aştî û Civaka Demokratîk hewldana xwegîhandina hedefan nîşan dide. Ev bi tena serê xwe gavek girîng e. Riya rizgariya gelan Banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê hemû kes xwedî li vê bangê derkevin û gavên pêwist bên avêtin.”
‘Dewletê hîna gav navêtiye’
Yasemîn Ozgun di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê gavên pêwist bên avêtin û wiha bi lêv kir: “Di vê mijarê de gelek tiştên bên kirin hene. Lê mixabin hîna tiştek nehatiye kirin. Hinek pêşketin hîna nehatine jiyîn. Em di asta payînê de ne. Aliyekî gav avêt. Lê dewletê hîna gavek şênber navêtiye. Em hewl didin dengê xwe di mecrayên cuda û çalakiyan de bînin ziman. Me wek Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê heye daxwazên xwe bi dehan carî anî ziman. Me xwest siyaset ji sûc bê derxistin. Me xwest girtiyên nexweş bên berdan, pêkanînên qeyûm bên rakirin û operaysonên dersînor bên rawestandin. Ev şertên ewil yên aştiyê ne. Divê polîtîka bêcezahiştinê bidawî be. Divê giritiyên nexweş bên berdan. Meha Tîrmehê bidawî dibe, lê hîna em li bendê avêtina gavan e.”
‘Gavên bên avêtin diyar in’
Yasemîn Ozgun daxuyakirin ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê û mayîndebûna aştiyê gavên ku divê bên avêtin diyar in û ev nirxandin kir: “Li cihê ku jin, sewal, ciwan, xweza ne azad be aştî ne pêkan e. Sûc dîtina siyasetê û ji mafan bêpar hiştin pirsgirêka herî girîng e. Divê Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re bê rakirin. Divê her kes bi awayekî azad fikrên xwe bîne ziman. Divê şert û mercên ku mirov bikaribin mafên xwe biparêzin bên avakirin. Lê mixabin em îro ji vê dûr in. Aştî û Demokrasî ji hev nabin. Mirov ji ber hincetên vala tên girtin. Divê ev dijhiqûqî ji holê bên rakirin. Divê demildest gavên sereke bên avêtin.”
Yasemîn Ozgun wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şer bandorek mezin li ser jinan dike. Bi şer mîlîtarîzm û tundî tê rewakirin. Daxwazên jinan tên binpêkirin. Tundiya li ser jinan ji şer serbixwe nîne. Girêdayê hev in. Jibo tundî bidawî be divê cîhan veguhere cîhanek bê tundî.”








